'Ji bo mafên wekhev û azad yê jinan wê xebatên me bidomin'
- 09:03 21 Tebax 2024
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Şukran Demîr der barê rapora Komeleya Dema Jinê, ya der barê jinên Kurd ên li Stenbolê dijîn de weşandine, axivî û got: “Em wek komele ji bo jin bi awayekî azad û wekhev xwe îfade bikin xebatên xwe dimeşînin û em ê bidomînin.”
Komeleya Dema Jinê rapora xwe ya "Xwegihandina mekanîzmayên serlêdan û şopandinê yên rêveberiyên herêmî yên bi zimanê dayikê, yên jinên kurd ên li Stenbolê dijîn" di 14’ê tebaxê de weşand. Bi 75 jinên Kurd yên Bagcilar, Beyoglu û Sultanybelî ya Stenbolê dijîn re rû bi rû hevdîtin hat kirin û rapor hat amadekirin.
Di raporê de wiha hatibû gotin: “Ji sedî 54,7 jin li derve kar nakin û tenê li mala xwe dixebitin. Jinan di hevdîtinan de diyar kirine ku di şert û mercên kar de newekheviyek li hemberî jinan heye. Ji sedî 42 jin ji şîdeta derûnî û ji sedî 30,40 jin jî bi şîdeta fîzîkî re rûbirû dimîne. Herî zêde jî bi şîdeta hevjînê xwe re rûbirû dimînin. Ji sedî 83,9 jin dema şîdetê re rûbirû dimîne serî li saziyan dide. Ji sedî 16,1 jin jî serî li saziyan nade. Ji ber ku baweriya xwe bi saziyan naynin. Ji sedî 91 jin di mijara şîdetê de dixwazin xwedî agahiyê bin, ji sedî 54,7 jin jî dixwazin agahiyan, bi kurdî hîn bibin. Jinan di raporê de da zanîn ku bi kurdî bêtir jin dikarin xwe îfade bikin û biaxivin. Her wiha ji sedî 50 jin ji ber kurdî diaxifin bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Ji sedî 28,5 jin dixwazin di makeqanûnê de xizmeta zimanê dayikê bê bicihkirin. Her wiha ji sedî 21,4 jin jî daxwaza personelên ku bi kurdî dizanin kir.”
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr, der barê raporê de ji JINNEWS’ê re axivî.
‘Jin ji gelek mekanîzmayan bêpar tê hiştin’
Şukranê diyar kir ku komeleyê di nokteya xwe gîhandina mekanîzmayên têkoşîna bi tundiyê ya jinên Kurd re rapor weşandine û got: “Yek ji nokteya girîng ya raporê mekanîzmayên ku jin dikarin xwe bigihînê hene an na bû? Jin dikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin an na? Sedema esas a vê lêkolînê ji vir destpê kir. Me di xebata xwe de dema bi jinan re têkilî danî me ev ferq kir. Jin ji van mekanîzmayan ne agahdar bûn. Piranî bi van mekanîzmayan bawer nakin. Ji ber vê jî mafên xwe bêpar dimînin.”
‘Jin bi binpêkirinan re tên rû hev’
Şukranê wiha dirêjî dayê: “Jinên Kurd bi binpêkirina mafan re tên rû hev. Yek ji van binpêkirinên mafan jî mafê zimanê dayikê ye. Kurd di qada jiyanê de cihên ku xwe lê bi zimanê xwe îfade bikin nabînin. Qadên xwe lê îfade bikin tune ne. Ji dema komarê de Kurd bi zextan re hatin rû hev. Li qada cemawerî zextên mezin hatin kirin. Ji ber vê jî bi taybt jin ji qada cemawerî dûr ketine. Jinên Kurd ji mafan bêpar tên hiştin. Ne tenê jin hemû Kurd di vê mijarê de pirsgirêkan dijîn.”
Daxwaza zimanê dayikê!
Şukranê ev tişt bi lêv kir: “Em dema mafê ziman dixwazin em tiştekî ji rêzê naxwazin. Ev mafekî girîng e. Di qada cemawerî, perwerde û tendruistiyê de mafê Kurdan nayê dîtin. Armanca rapora me li holê ye. Jinên li Stenbolê dijîn rastiya wan vê pisgirêkê bi awayekî şênber derdixe holê. Me jî xwest em vê bi rayagiştî re parve bikin. Mirov dixwazin bi zimanê dayikê xwe îfade bikin. Dixwazin bi zimanê xwe xizmetê bibînin. Jinên Kurd di salên 90’î de ji ber tundiya dewletê koçber bûn. Koçî Stenbol û bajarên din kirin. Di qadên civakî, aborî û çandî de astengî li pêş wan hatin avakirin. Ji salên 90’î heta niha tundî heye. Lê jin di mijara zimanê dayikê de bi israr in. Em xebatên xwe li taxan dimeşînin. Jin di daxwaza xizmeta zimanê dayikê de bi israr in.”