Seruvena hilberandina zanînê 2021-11-05 09:02:18     "Kampên ku rastiya civakî û dîrokî digirtin dest û jiyan jî wisa digirt dest pêk hatin. Ji welatên cuda jin hatin gel hev û têkiliyên navbera herêmî û gerdunî de baştir hatin analîzkirin. Rastiya çandî, civakî û dîrok bi kurahî hat dest girtin. Di 3 salên dawî de li 5 welatên cuda 15 kampên jeneolojiyê pêk hatin."   Akademiya Jineolojiyê   Jineolojî ya digihêje esasa îrada kolektîf û çanda berxwedanê, zanîna xwe li akademî, tax, kolanan ava dike. Di alî akademiya jineolojiyê de pêvajoya hilberandina zanînê, bi lêgerîna jinên ku mîrateya berxwedana azadiya Nînhursag, girtin dest pê kir. Têkoşîna Azadiya Jinê bû çavkaniya ku Akademiya Jinelojiyê jê xwedî bû.    Ji vê çavkaniyê ji herêmî heta gerdunî rêbaz fêr kir. Nîşan da ku  îradeyek rêxistinkirî wijdan û mêjiyekî koleketîk bi îfadeyeke din, polîtîka û ahlaq dikare biafirîne. Li dijî pîvanên kevneşopî, pîvanên azadiyê bi têkoşîneke mezin bi kedek mezin ava kir. Di hemû diyalektîfa têkiliya jinan de, pîvanên azadiyê ava kir.    Formula form, hebûn û hişmendiyê, tevî ku jiyana xwe didin ser, spartin zanîna jinê. Her wiha spartin jiyaneke azad ya bi enerjiya jinê diherike. Zanîna li ser koka xwe şîn dibe bi wê re derxsit holê. Şoreşa Jinê ya li Rojava, bi îrade û mêjiyê kolektîf hat avakirin. Ji çavkaniyek ku têkoşîneke demdirêj esas digire xwedî bû. Wek zanîsteke ku heqîqet û jiyanê ji xwe re esas digire teoriyên xwe di vê esasê de ava kirin.   Di pêvajoya avakirina rêbazên jîneolojiyê de herî zêde di atolyeyan de derketin holê. Li şûna vegotinek yek alî, atoleyeyên ku her kes tevlî dersan dibûn hêza xwe tevlî dikirin pêk hatin. Li dijî tabu, sazbûnê teorîk yên hebûna jinê hedef digirin, rêbazek azad hat ceribandin. Mînak çîroka Şahmaran, bi çîrokên perî, pîrebokan re têkiliya Lîlîth ve di alî sosyalojîk de hat destgirtin. Her kesê tevlî atolyeyan bû, bi vegotina çîrokek aydê herêma xwe, vegotin û vê jî nîşan da ku jin çawa ji aliyê serdestya mêr ve tên desteserkirin. Destanên evînê û destanên ji aliyê dengbêjan ve li Kurdistanê dihatin gotin jî hatin şîrovekirin, li ser sosyolojiya kurd û sosyolojiya evînê hat sekinandin. Kom hatin avakirin û her komek destanek danê. Li ser şîrove û rêbazên çareseriya wan analîz hatin kirin.   Di atolyeyan de der barê guherînên di têkiliyên jin û mêran de diguherin, fikrên der barê evînê de, astengiyên di têkiliyên jin û mêran de dertê holê, têkoşîna li dijî vê çawa tê dayîn, di pêvajoya xwebûna jinan de zehmetiyên tên jiyîn de, anket hatin kirin. Di encama vê rêbazê de bi her kesên ku tevlî atolyeyê bûne de têkiliyek taybet hat avakirin û encamên hevpar yên hatin bidestxistin hatin komkirin. Dîsa der barê pirsgirêkên civakî de, nêzîkatiyeke sosyolojîk ya divê çawa bê nîşandan, hat nîqaşkirin. Li dijî têkiliyên jin û mêran, çareseriyeke çawa divê pêk bê, hat nîqaşkirin. Di çareseriyên hatin pêşniyarkirin de, çiqas kevneşopiye an jî li gorî pîvanên azadiyê ye, hat tespîtkirin. Di çarçoveya dersên jîneolojiyê de jin kî ye, mêr kî ye, têkiliya jin û mêr divê çawa be, malbat dikare demokratîk bibe an na, serdestiya mêr çawa dikare biguhere, hatin destgirtin.   Bi zimanên cuda gelek perwerde, semîner, atolye, kamp, qurs pêk hatin. Ji bo mêran perwerde hatin dayîn. Ji bo her koma temen perwerde hatin dayîn. Krîzên di têkiliyên jin û mêr de tên jiyîn, tiştên şaş hatine fêrkirin hat kîfşkirin. Di perwerdehiyan de gotinên ‘Perda li ber çavên min rabû. Ez wekê ku ji xewek giran rabûme, wekê nû hatime dinê’  bû îfadeya xwe nû kîfşkirinê. Dîrokê xwe rojevî dikir, her jin dibû xwedî hişmendiya ku çiqas bi nirxe.   Kovara jîneolojiyê di vê pêvajoyê de gihişt ber destê gelek jinên ji aliyên cuda û mirovan. Di hevdîtinên xwendinan de hat gotin ku kovar di alî guhertina jiyana jinan de pêngaveke mezine. Kovara Jineolojiyê gelek caran li cihên cuda atolye ava kir, gelek caran ji bo jinên ku komên xwendinê ava kir bû çavkanî.   Li Ewropayê yek ji rêbazên esas a pêk hat kampên jineolojiyê bû. Kampên ku rastiya civakî û dîrokî digirtin dest û jiyan jî wisa digirt dest pêk hatin. Ji welatên cuda jin hatin gel hev û têkiliyên navbera herêmî û gerdunî de baştir hatin analîzkirin. Rastiya çandî, civakî û dîrok bi kurahî hat dest girtin.  Di 3 salên dawî de li 5 welatên cuda 15 kampên jineolojiyê pêk hatin.    Bernameyên li kampan ne statîk bû. Ji bo lêgerîn azadiya jinan bê berdewamkirin, mijarên  ku jinan sewqî têkoşîn û rêxistinê dike hatin tespîtkirin. Ji bo dînamka têkoşînê û rastiya çanda wê axê derkeve holê biryar hatin girtin. Kamp ji bo her qada jiyanê bê parvekirin; bi hev re xwarin, paqijî, perwerde, rojê moralê, gelek bi fêde bû. Endamên ekîba Îtalya û Îspanyayê ku bi jîneolojiyê hev nas kirin piştre bi ekîba Almanyayê re hatin gel hev. Ev mînakek mezine. Her wiha di encama kampê de jinên ku xwestin berxwedanê fêr bibin zêdetir bûn. Ligel kampan, semîner, panel û konferans pêk hatin.    Yek ji mînaka herî bi bandor semînera jîneolojiyê ya li grava Sardegna pêk hat bû. Serlêdana ji bo cîvînê ya li şaredariyê hat kirin nehat qebûlkirin, şêniyên bajarokê seferber bibûn û ev civîn bi hêza xwe organîze kiribûn. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr hemû bajarok li wir bû. Kesê ku salona civînê peyda kiribû jî demek berê dayika xwe winda kiribû û di şînê de bû. Tevî ku di çanda wan de tunebû jî di şîna  dayika xwe de bar venekiribû. Dîsa di civînên me li bajaroka girêdayê Sardegna organîze kir de, jinek ku  tevlî hemû civînan bû. Vê gelek bandor l ime kir. Heta me ji wê re got ‘ji ber tu tê em divê her tim tiştên nû vebêjin.’ Bi rastî jîneolojî her tim tiştên nû fêrî mirovan dikin.    Li Şîlî jî li grava Chole komek jin dixwaze jinan rêxistin bikin û têbikoşin, zehmetiyan dikşînin. Ji semînera me ya li Almanyayê agahdar dibin. Bi hevkariya jinên tevlî semînerê bûne, bi onlîne li ser perspektîfa me ya rêxistinbûnê, semînerek hat kirin.  Bi girî semîner guhdar kirin û gotin ew niha xurtirin. Dîsa  gravên Kanarya  kampek pêk anî.    Nîşe: Berdewama nivîsî bi sernavê ‘Avakirina Zimanê Zanîna Jiyanê’ wê hefteya pêş bê weşandin.