Çeteleya tundiyê ya meha adarê: 24 jin hatin qetilkirin

  • 09:03 6 Nîsan 2025
  • Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya  tundiyê ya meha Adarê 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û zarokekan jî bi guman jiyana xwe ji dest daye.
 
Li bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê, tundiya mêr her diçe zêde dibe. Piştî desthilatdarî ji Peymana Stenbolê vekişiya şûnde, daraza mêr bi biryarên xwe gumanbaran diparêzin, tundî zimanê serdest yê mêr zêde dike. Li aliyê din jinên 8’ê Adarê li qadan pêşwazî kirin, xwedî li maf û jiyana xwe derdikevin û têkoşînê dihûnin. Li gorî daneyên ajansa me behevkirine di meha adarê de 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin û 14 jin û zarokekan jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Gumanbar yên herî nêzin
 
Gumanbarên 5 jinan nêzîkatiya bi wan re nayê zanîn. 8 jin ji aliyê mêrê bi wan  re zewicandî, du jin ji aliyê mêrê dest ji hev berdane, du jin di asta destberdanê de, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, 3 jin ji aliyê mêrên ku berê  bi wan  re jiyane, 2 jin ji aliyê nas û jinek jî ji a aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
 
Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin
 
Li Îzmîr 2, Amed 3, Aydinê 2, Kutahyayê 1, Şirnexê 1, Samsunê 1, Agiriyê 1, Stenbolê 4, Tekirdagê 3, Mêrdînê 1, Konyayê 1, Antalyayê 1, Mersinê 1, Karamanê 1, Çorumê jî 1 hatin qetilkirin.