Têkoşîna aştiyê ya nifşan (2)

  • 09:06 6 Gulan 2025
  • Dosya
Jinên dixwazin daxwaza aştiyê bi rêxistin û civakî bikin 
 
Rozerîn Gultekin
 
STENBOL - Ferîde Eralp, ku wekî nifşa duyemîn a têkoşîna aştiyê endama "Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" ye, got, "Em wekî jinên ku dixwazin daxwaza aştiyê birêxistin bikin û civakî bikin hatin cem hev. Divê em bi hev re li dijî pergala şer a ku jiyana me hemûyan bêqîmet dike şer bikin. Ez nafikirim ku em xwedî wê luksê ne ku pirsgirêkekan li dû xwe bihêlin."
 
Jin li ser bingehek hevpar hatin cem hev da ku aştiyê ava bikin. Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi slogana "Aştî meseleya jinan e" dest bi xebatan kirin û "Însiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" îlan kirin. Înîsiyatîf armanc dike ku têkoşîna aştiyê ya ku jin bi salan e dimeşînin, bigire ser xwe û vê têkoşînê civakî bike û armanc dike ku aştî bike rojeva hevpar a civakê.
 
Ferîde Eralp, ku di nifşa duyemîn de ye, tevlîbûna xwe ya di têkoşîna aştiyê de û ezmûnên xwe yên derbarê xebata înîsiyatîfê de parve kir.
 
Ferîde Eralp jiyana xwe û tevlêbûna xwe ya di têkoşîna aştiyê de vegot û got ku ew di maleke bi gelek nasnameyan de mezin bûye û ew dizane ku di nav nasnameyeke din de asîmîlebûn tê çi wateyê. Ferîde Eralp ev îfade bi kar anî: "Ez li malekê mezin bûm ku li derveyî nasnameya serdest a Sunnî, Misilman a Tirk a li welêt gelek nasname hebûn. Ez bi zanîna wateya ya din mezin bûm; xwedîbûna nasnameyek ku nasnameya serdest hewl dida ku asîmîle bike û ji holê rake. Ez di hawîrdorekê de mezin bûm ku ev hemû bîranîn lê zindî bûn. Ji ber vê yekê zarokatî û ciwaniya min hebû ku têkiliya di navbera têkoşîna aştiyê û têkoşîna hebûnê de baş dizanibû. Ez 15 salî bûm û ez cara yekem bi diya xwe re çûm Kurdistanê. Diya min jî kesek e ku di têkoşîna femînîst de beşdar e û endama Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê ye. Dema ku ez 15 salî bûm, ez bi zimanê Kurdî wekî zimanekî hatim nasandin û min dest bi hînbûna wê kir."
 
Min bi çavên xwe dît ka çawa valakirina bi darê zorê ya gundan li Kurdistanê pêk hat û encamên wê çi bûn. Ev di dema kamilbûna min de ji bo min hevdîtineke balkêş bû. Min hesta bindestiyê ji aliyê nasnameya neteweperestiya Tirk ve û tiştên ku di salên 90'î û berê de li Kurdistanê diqewimin, girêdan. Wê demê Tevgera Jina Azad û Demokratîk hate damezrandin. Têkiliyên me yên nêzîk bi hevalên ji DOKH'ê re hebûn û dema ku hevalên me yên nas di operasyonên KCK'ê de hatin girtin, di sala 2009'an de, di hawîrdorek ku femînîst û tevgera jinan li Stenbolê li hev civiyan, nîqaş kirin û axivîn, Înîsiyatîfa Jinan ji bo Aştiyê hate damezrandin.
 
Ez wê demê 19 salî bûm û beşdarî damezrandina wê bûm. Dema Hrant Dink hat kuştin, ez 17 salî bûm. Ji bo min pir şok bû ku min dît ku ew tenê ji ber ku Ermenî bû û cesaret kir ku rastiyê bêje, hat kuştin. Min karîbû di navbera ezmûna xwe û encamên polîtîkayên şer ên li Kurdistanê de girêdanan çêbikim û ji ber vê yekê têkoşîna ji bo aştiyê ji bo min têkoşînek girîng bû."
 
'Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê'
 
Ferîde Eralp diyar kir ku Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê ji bo sedema ku aştî daxwaza jinan e û çima divê jin di vî warî de têbikoşin ezmûnek girîng bû û wiha domand: "Yek ji armancên girîng ên Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê, ku li ser operasyonên KCK'ê hate damezrandin, ew bû ku bi Tevgera Jinên Kurd re di nav piştgiriyê de bin, bi hev re bin; wekî tevgerên jinan û femînîstan bikaribin zemînek têkoşînê ya hevpar ava bikin. Aliyek ew bû ku bi girêdana azadî û aştiyê ya jinan ji cihekî ku têkiliya di navbera baviksalarî û şer de ava kiriye, çarçoveyek teorîk û siyasî ava bikin û ji bo vê yekê têkoşînê bidin meşandin. Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê hem çarçoveya siyasî kişand û hem jî hevgirtin honand."
 
Jin çi cure aştiyê dixwazin?
 
"Şîdeta serdestiya mêran bi giranî ji polîtîkayên şer tê xwedîkirin. Me di demên dorpêçkirinê de dîtin: Cenderme, polîs, hêzên taybet li ser mal û kolanan gefên tecawizê dinivîsandin. Gefên tecawizê li dijî jinan ji bo gefxwarina gelekî tên bikaranîn. Ji ber vê yekê ew şervanên jin tazî dike û wan eşkere dike; Ew lêgerîna tazî li ser jinên girtî wekî teşeyekî îşkenceyê bikar tînin. Ew difikirin ku bi şermezarkirina laşê jinê dikarin gelekî, nasnameyekê, civakekê bitirsînin û bêqîmet bikin.
 
 Her çend em ne Kurd bin û em li herêmeke şer û pevçûnê nejîn jî, bikaranîna laşê jinê ji bo me hemûyan gef e. Em aştiyê dixwazin ji ber ku em jin in ku van têkiliyan dibînin."
 
'Aştî bê jinan pêkan nabe'
 
Ferîde Eralp tekez kir ku pêvajoyeke aştiyê ku jinan tê de negire, tenê dê xizmeta berjewendiyên desthilatdaran bike. Ferîde Eralp got, "Bê guman, çareserkirina nakokîyan û bêdengkirina çekan bêyî jinan ne mimkun e. Sîstem, dewlet û avahiyên herêmî yên nû dikarin bêyî jinan werin damezrandin. Ev li ber çavên me li Rojhilata Navîn diqewime. Lê bêyî jinan; gelo mimkun e ku aştiyek mayînde û civakî hebe ku dînamîkên nakokîyan ji holê rake, ku her kes di aştî, ewlehî û serfiraziyê de bijî? Bê guman na. Şer ji bo şîdeta cinsî cîh vekiriye. Tê gotin ku li Kurdistanê, hêzên taybet û hêzên ewlehiyê yên bi cilên yekreng li nêzî dibistanên navîn bicîh bûne, jinên ciwan tacîz dikin û gefê li wan dixwin ku wêneyên ne guncav ji wan re bigirin û wan bişînin malbatên wan. Aştiyek ku li ser van neaxive û nîqaş neke 'çawa dikare şîdeta bi cilên yekreng were ji holê rakirin?' nikare başbûnek rastîn peyda bike. Ji ber vê yekê, aştî bêyî jinan ne mimkun e. Divê em ji bo ku aştî bibe civakî têbikoşin. Ne tenê jin, lê divê hemî beşên civakê ji bo ku aştî bibe civakî têbikoşin."
 
'Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye'
 
Ferîde Eralp destnîşan kir ku di vê demê de, wek jin, wan ji bo avakirina aştiyê bingehek hevpar ji bo aştiyê ava kirine û got ku wan li gorî vê hewcedariyê "Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye" ava kirine. Ferîde Eralp ev tişt got: "Em hatin cem hev da ku aştiyê, ku hatiye krîmînalîzekirin û ji rojeva civakî hatiye derxistin, bikin daxwazek ji bo her kesî. Em wekî jinên ku dixwazin daxwaza aştiyê birêxistin bikin û bikin civakî hatin cem hev. Pêvajoya heyî pêvajoyek e ku di astek bilind a siyasetê de tê meşandin; ew pêvajoyek siyasî ya asta bilind e ku MHP, Devlet Bahçelî, AKP, Serokkomar û şande beşdar dibin."
 
'Em ê hemû bi hev re encaman bibînin'
 
Ferîde Eralp di dawiyê de ev tişt got: “Berdewamiya pêvajoya heyî û banga ji bo aştiya civakî û demokrasiyê di 27'ê Sibatê de pir girîng e û em ê hemû bi hev re encaman bibînin.
 
Gotina 'Ev ne girîng in û ji têkoşîna me ya ji bo aştiyê qut in' ne rast e.
 
'Luksek me wiha tune ku em rûnin û temaşe bikin'
 
Xeta me ya aştiyê divê xwedî prensîb û armancên xwe be. Ez nabêjim ku divê em banga aştiya civakî û demokrasiyê paşguh bikin; lê divê em xwe bi wan sînordar nekin. Ew pir zêde hesaban dihewîne. Lê em ne xwediyê wê luksê ne ku xwe ji mijarê dûr bixin û tenê temaşe bikin. Bêhêvîbûn hêsan e, lê divê em hilbijêrin ku bêhêvî nebin.”