
Bi gotinên Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan: Mamosteya rûmet û sebrê
- 09:04 11 Nîsan 2025
- Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dayika xwe Uveyş Ocalan digot "Ez herî zêde ji dayika xwe fêrî rastiya jiyanê, sebr û girîngiya rumetê bûm." Uveyş Ocalan 32 sal berê jiyana xwe ji dest da û ji bo gelekî mîrateya berxwedan, heqîqet û serînetewandin hişt.
Uveyş Ocalan ku di hawira şer, xizanî û zextê de vguhertin çawa dibe nîşan da, 32 sal berê jiyana xwe ji dest da. Gelek kes Uveyş Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan nas dike. Uveyş Ocalan ji bo gelê Kurd ne tenê dayik, serhildaneke di nava sebrê de derketiye holê ye. Wek Abdullah Ocalan di axaftinek xwe de got: “Mamosteya min ya rast Dayika Uveyş e.” Tenê neanî dinê, berxwedan, heqîqet û serînetewandin da fêrkirin.
Abdullah Ocalan ji bo dayika xwe her wiha ev nirxandin dikir: “Ez gelek tişt ji dayika xwe fêr bûm. Rastiya jiyanê, sebr, sekna bi rumet.”
Uveyş Ocalan kî ye?
Dayika berxwedêr Uveyş Ocalan di sala 1922'yan de li Gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de bi kesekî ji gundê nêzî wan re tê zewicandin. Bi vê zewacê re jiyana wê ya dijwar dest pê dike. Ew dibe şahida kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedem ku ew kes ceza bigire. Dayika Uveyş di heman demê de jî li dijî zihniyeta baviksalar li berxwe dide. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê qeyrana dil derbas dike û dimre. Keçek dayika Uveyş ji hevjînê wê yê yekem hebûye. Dayika Uveyş piştî mirina hevjînê xwe vedigere hinda malbata xwe û paşê jî bi Omer Ocalan ê ji heman gundî re dizewice. Bi zewaca duyem re jî têkoşîn û berxwedana wê ya jiyanê dewam dike. Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin.
Abdullah Ocalan tê dinê
Uveyş Ocalan a bi kesayeta xwe ya berxwedêr tê nasîn di 4'ê Nîsana 1949'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tîne dinê. Dayika Uveyş jî têkoşîna li dijî nexweşiyê dide. Ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne. Di vê têkoşîna jiyanê de di dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salekê di 11'ê Nîsana 1993'yan de ji ber qeyrana dil koça dawî dike. Canazeyê wê li gundê Amarayê yê ku gelekî jê hez dike tê veşartin.
‘Li gund navê wê bi serhildêrî belav bibû’
Abdullah ocalan bal dikşîne ser rihê serhildêr ê dayika xwe Uveyş Ocalan û şopek çawa li ser kesayeta wî hiştiye û wiha vedibêje: “ Di temenê biçûk de ez fêrî pevçûnê kirim. Hîna îro jî bandor li ser min heye. Dayika min fêrî min kir ku ez ji kesekî alîkariyê nepêm. Digot çi dibe bila bibe bersiv bide. Li gund dayika min wek serhildêr dihat zanîn.”
Bandora dayika wî
Abdullah Ocalan diyar kir ku nêzikatiya wî ya ji bo mijara jinê ji nêrînên dayika wî diqewimin û got: “Bandora dayika min li ser min tunebûya ez ê ji bo mijara jinê evqas ne hestiyar bûma. Bandora dayika min, bala min kişand ser jinan. Dayika min bandorek pir xurt li ser min hişt.”
Bi çavên keça wê Uveyş Ocalan
Keça wê Fatma Ocalan jî di roportajek xwe de wiha behsa dayika xwe dikir: “Dema me li derve bi kesekî re şer bikira, dayika min her tim digot liberxwe bidin. Ev ji me dixwest. Digot bi berxwedanê mirov bi ser dikeve. Dema dayika min bi bavê min re zewicî, keçeke bavê min ya ji hevjîna wî ya ewil hebû. Dayika min ew jî bi me re mezin kir. Dayika min ligel mezinkirina me li nav zeviyan jî dixebitî û dema ku dihat malê jî karê malê dikir. Dayika min pir ji birayê min Abdullah hez dikir. Dema nexweş biketa tiştek bibûna her tim li gel wî bû. Birayê min Abdullah û xwişka min Eyne bi kesayeta xwe li dayika min çûne.”
Hesret veguhert têkoşînê
Nivîskarê Kurd Musa Anter di pirtûka xwe ya "hatiralarim (Bîranînên min)" de tevlibûna Uveyş Ocalan ya kongreya HEP’ê y li Enqereyê pêk hatiye wiha vedibêje: “Mîvana rumetê hat anonskirin. Gotin 'kalê me Musa Anter û dayika me hemûyan Uveyş Ocalan ligel me ne2. Salon hilweşiya. Her kes ji bo destê wê maçî bike kete rêzê. Demên xweş hatin jiyîn.”
Uveyş Ocalan wê îsal jî di 11’ê Nîsanê de li Amarayê li ser gora xwe bê bibîranîn.