
Jinan li hemberî cîhana wêjeyê gotin em jî hene
- 09:02 9 Gulan 2025
- Jineolojî
"Di demên ku mafê nivîsê dan mêran, nivîsandina jinan li aliyekî, nehiştin xwendin û nivîsandinê jî fêr bibin. Li her derê cîhanê li pêş seruvena nivîsandina jinan astengî hebûn û jinan li dijî vê têkoşîna xwe domandine."
Salîha Ayata
Gotina Ursula K. Le Guîn ya ‘mêr norm e. Jin jî îstîsnaya ji derveyê vê hatiye hiştinê ye’, hemû naqokiyên di wêjeya nivîskî de nîşan dide. norm- derveyê normbûnê bêguman dîrokek wê ya kevnar heye. Di demên ku mafê nivîsê dan mêran, nivîsandina jinan li aliyekî, nehiştin xwendin û nivîsandinê jî fêr bibin. Li her derê cîhanê li pêş seruvena nivîsandina jinan astengî hebûn û jinan li dijî vê têkoşîna xwe domandine.
Tespîta herî mezin ku jin ji aliyê otorîteyên wêjeyê ve nehatin qebûlkirin antolojiyên ji aliyê mêran ve ava bûne. Di sedsala 17’an de tevî biçûkxistinan jin bi berhemên xwe derketin pêş. Tevî vê Joanne Ballettîn-Thomas di sedsala 19’an de dibêje di atnolojiyan de cih nedane jina. Di sedsala 19’an de feraseta ku jin di alî kapasîta hiş de kêmî mêran e, hebû. Berhemên jinan li gorî yên mêran bê wate dihatin dîtin.
Baweriyeke ku metnên jinan valane, cidiyeta wê tuneye û hêsanin hebû. Her wiha gelek berhemên jinan bi îmzeya mêran ve dihatin weşandin.
Vîrgînîa Woolf wiha dibêje: “Ger wê demê jinan astengiyên li pêş xwe hilwşandiba, îhtîmalek mezin wê bibûya niviskarek bê nav an jî wê navê mêr bikar bianiya.’ George Sand ku xwe wek mêr nîşan daye di esasê de jine û navê wê Amantîne Lucîle Dupîne.(1804-1876). Sidonie-Gabrielle Colette berhemên nivîsîbû bi navê hevjînê xwe Henri Gauthier Villars weşandibû. Sidone-Gabrielle Colette her ku bû xwedî hişmend li dijî hevjînê xwe derketiye û ji bo navê xwe bide pirtûkên xwe têkoşîn daye.
Di dîrokê de gelek têkoşînên di vî alî de yên jinan hene. Jinan di cîhana wêjeyê de bi rêbazên cuda hewldanên xwe domandine. Jin di nokteya xwendin û nivîsanê de di plana dawî de hatine hiştin Li her derê cîhanê ev ji bo mêran maf hatiye dîtin lê ya jinan nehatiye qebûlkirin. Mêran dibistanên xwe xwendine lê piranî jinan perwerdehî negirtiye. Yên bi şans jî li malê li pirtûkxaneyan xwe pêş xistine. Hajra Masroor û xwişka xwe Khadija Masroor di malekê de xwe gîhandina pirtûkan û berhemên mezin derxistine holê.( Çatlak Zemin, 17 Ocak2023) Nivîskên jin yên ewil di bin şert û mercên giran de xwendin û nivîsandin fêr bûne. Mînak nivîskara Jane Eyre, Charlotte Bronte (1816-1855), nivîskara Ugultulu Tepeler Emily Bronte (1818-1848), nivîskara Agnes Grey Anne Bronte (1820-1849), xwişkên Bronte,xwendin û nivîsandin ji xizmetkarên malê fêr bûne. Emily, Charlotte û Anne Bronte bi hewldanên xwe, pêş ketine.
Heta serê sedsala 20’an nivîsandin ji bo jinan wek ‘bêahlaqî’ hatiye dîtin. Di pirtûka ku 100 nivîskarên baş yên jin dihatin vegotin de, firotina berhemên wêjeyî yên jinan wek firotina bedena jinan tê vegotin.Nivîsandina jinekê wek gotinên wek fahîşetî dihat binavkirin. Bawerî ew bû ku jin nikarin nivîsek baş binivîsin. Jinên teşebusê nivîsandinê bikira, wek ê ku îxanetê li zayenda xwe dike dihat dîtin. Tevî van jinan têkoşîn û israra xwe domandiye bi veşarî nivîsandine.Lê ligel hemû hewldanan wek mêran nehatine nirixandin. Vîgînîa Woolsf di pirtûka xwe ya ‘Odeyek aydê xwe’ (25 Ocak, 1882-28 Mart, 1941) fikrekê datîne holê:Xwişkek Shakespeare hebûna wê çi bibûya? Yanî xwişkek ku xwedî heman jîrbûnê bûna wê çi bibûya?”
Di dema Osmanî û piştre jî li Tirkiyeyê rewşa jinan ji cihên din cudatir nîne. Heta salên 1900’î jin di navbera hebûn-tunebûnê de bûn.
Can Şen Osmanlî û wêjekarên jin yên Tirkiyeyê di lêkolînek xwe de wiha dibêjin: “Bi salan jinên nivîskar di hawira wêjeyê de biçûk hatine xistin. Heta dema wêjeya Tirk bi roman nas kir, xwendina jinan a romanê bi guman dihat dîtin.”
Mînak Fatma AliyeTopuz ku yekemîn nivîskara romanê ya Tirk hatiye qebûlkirin (1862-1936) 5 roman nivîsiye. Bavê wê hiqûqnas û dîroknas e. Lê Fatma Aliye neçûye dibistanekê û perwerde negirtiye. Birayê wê Sedat li malê ji mamosteyên taybet ders digirt û wê jî ew guhdar kirine û xwe pêş xistiye. Piştre Fatma Aliye dizewice û 10 salan bi veşarî pirtûkan dixwîne. Piştî helwesta tund a hevjînê wê diguhere, bi destura wî wergerandike. Piştre bi Ahmed Mîdhat Efendî re romana ‘Xeyal û Heqîqet’ dinivîsin. Lê roman bi îmzeya ‘jinek û Ahmet Mîdhat’ tê weşandin. Çîrok dîsa tê naskirin;berhemên bi navê xwe nayên weşandin û jinên bê nav… pêvajo di wêjeya Tirk de wisa pêş dike û piştî salên 1900’î şûnde jin dikevin hewldana xwendin û nivîsandin û ji bo berhemên wan bên weşandin tên weşandin.
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Welatê parçekirî wêjey aparçekirî: Rojhilat û wêjekarên jin yên pêşeng’ wê bê weşandin.