
Aysel Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
- 11:30 11 Gulan 2025
- Rojane
DÊRSIM- Siyasetmedar Aysel Dogan di 3'yemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîranînê de, soza têkoşînê careke din hate nûkirin.
Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan di 3'yemîn salvegera mirina wê de li ser gora wê li Goristana Bajarê Dêrsimê bi qurnefîl û mûman hate bîranîn. Malbata wê, Hevserokên Bajarê Dêrsimê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Endamên Meclîsa Partiyê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak, ku şûna wî qeyûm hate danîn û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn. Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek bêdengî hate girtin. Piştî axaftinan, beşdarên bîranînê qurnefîl danîn ser gora Aysel Dogan û mûm vêxistin.
'Em ê li ser rêya ku wê vekiriye têkoşîna xwe bidomînin'
Piştî kêliya bêdengiyê, Hevseroka Bajarê Dêrsimê ya DEM Partiyê Ozcan Ateş ji bo Aysel Doğan ev daxuyanî da: "Dema ku em dibêjin Aysel Dogan, têkoşîn, ked, aştî tê bîra me. Nasnameyek ku tevahiya jiyana xwe ji bo ziman, çand, bawerî û têkoşîna azadiya jinan derbas kiriye."
'Ez pê serbilind im'
Xwişka Aysel Dogan, Menşure Dogan, tekez kir ku Aysel Dogan ji bo aştiyê bedelên mezin daye û got, "Ew 10 salan di girtîgehê de ma ji ber ku wê got aştî. Ez hêvî dikim qet neyê jibîrkirin. Ez pê serbilind im. Ew ji bo Sakîne û Saîmeyê gelek giriya."
Serdana Gora Sakine Cansiz kirin
Piştî axaftinan, beşdarên bîranînê çûn serdana gora Sakine Cansiz, ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatibû qetilkirin. Girseyê qurnefîl danîn û çirayek li ser gora Sakine Cansiz vêxistin.