Li Çelê ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn

  • 10:21 25 Adar 2025
  • Ekolojî
 
COLEMÊRG - Derket holê ku darên ku li navçeya Çelê, herêmên Zap, Avaşîn û Metîna ji aliyê cerdevanan ve hatine birîn, di berdêla pereyan de difiroşin gundiyan.
 
Komkujiya daran a li navçeya Çelê ya Colemêrgê, Zap, Avaşîn û Metîna ya ji aliyê cerdevanan ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Hat ragihandin ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav sînorên gundê Bîyadir ê Çelê de gelek darên ku ji aliyê cerdevanan ve hatine birîn li kêleka rê li ser hev hatine komkirin.
 
Li gorî agahiyên ji welatiyan hatin girtin, hat destnîşankirin ku her sal li heman herêmê dar tên birîn û cerdevan bi pereyan difiroşin gundiyan.