
Der barê esasên pratîk û teorîk ên pergala konfederal a demokratîk a jinê de
- 09:03 25 Nîsan 2025
- Jineolojî
"Di feraseta konfederala demokratîk û netewa demokratîk de armanca rêxistibûnê parçebûna civakê ji holê bê rakirin û avakirina yekitiyê ye. Ji bo hemû aliyên civakê bên qezenckirin divê her kes têkevin nava liv û tevgerê. Jin bi karekterên hîn bêtir nêzî yekitiyê ne."
Çîgdem Doga
Wek jin hevfêmkirin girîng e. Fêmkirin ne qebûlkirin e, di xwedîhandina rastiyan de rênîşandan e. Fêmkirin çalakiya qebûlkirinê ye. Fêmkirin terz, uslub û zimanê nerm, serkeftiyê derdixe holê. Ji ber vê civak, rastiya jinê bi felsefe, zanist, hezkirinê fêmkirin û guhertinê divê bê destgirtin.
Wek sêyemîn rêgeza rêxistinbûnê şoreşa jinê wek pergala konfederal a demokratîk vedibêje. Ne teşeyê rêxistibûnê em behsa teşeyê hişmendiya rêxistibûna xweser dikin. Ev aliyekî girîng e. Li her qada jiyanê hewce bi teşeyê rêxistibûna xweser heye. Azadiya jinê bi rêxistina xweser dikare pêk bê. Di pergala konfederal a demokratîk de di pêşxistina pergala konfederal a jinê de karekterê xweser ferz e. Berovajî vê wê ev şoreş bibe yên wek din.
Feraseta rêxistibûna xweser di terza guhertin û giştî de ye. Dîsa xweserbûn di karekterê demokratîk, wekhevî û azadiyê de ye. Ev taybetiyên ku teşeyê pergal û rêxistinbûnê diyar dikin e. Ger rêxistinbûn pêk bê wê jin jî civak jî zemînê bibînin û xurt bibin.
Rêxistibûna pergala konfederal a demokratîk a jinan hem zehmetiyê wê yên mezin hem jî derfetên wê yên mezin hene. Zehmetiya esas; jin ji bo serhildanê amade ye lê ji serhildanê re hatiye biyanîkirin. 5 hezar salî bê hiş hatiye hiştin ji civak û çavkaniyên wê hatiye qutkirin. Rastiya jinê ji serhildanê re amade ye lê ji rêxistibûn avakirin, pergalbûnê re zêde ne amade ye. Xwedî ked û afrîneriyek mezin e lê ji rastiyê hatiye dûrxistin. Ji ber vê jî şoreşa jinê beriya her tiştî şoreşa hişmendî û hêza xweser e. Ji ber vê divê kûrahiya pergala konfederal a demokratîk baş bê fêmkirin.
Bi zîhniyetên berê konfederala demokratîk nikare rêxistin bibe. Bi rê û rêbazên berê nikare pergala konfederal bê hûnandin.
Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de çar lingên esas ên pergala konfederal komun, meclîs, akademî û koperatîf-aboriya komunal datîne holê. Di alî pergala konfederal a jinê de ev rêxitsinbûn girîng e û wek hêza biryar û rêvebirinê tê dîtin. Komunên jinan, meclîs, akademî û aboriya komunal a jinan bi têkiliyek konfederal dikare bê şênberkirin.
Komun dikarin bên dewlemendkirin. Komunên sporê, yên zarokan, malbat, aborî, ekolojîk, xwendin û nivîsandin dikarin bê xurtkirin. Meclîs jî dikarin wek yekîneya rêxistinbûnê xwe pêş bixin. Li cihên wek Rojava, Şengal, Mexmûr û Ewropayê di alî jinan de tecrube tên jiyîn. Teoriyek şênber e. Rastiyeke tecrubeyan e. Lê kêmasî hene. Ligel ji nûve nirxandinê ber bi rastiyê ve dimeşin. Armanc ev e ku hemû komun û meclîs li gorî hewcedariyên azadî û wekheviya jinan li dijî serdestiya mêr bên pêşxistinê ye.
Di feraseta konfederala demokratîk û netewa demokratîk de armanca rêxistibûnê parçebûna civakê ji holê bê rakirin û avakirina yekitiyê ye. Ji bo hemû aliyên civakê bên qezenckirin divê her kes têkevin nava liv û tevgerê. Jin bi karekterên hîn bêtir nêzî yekitiyê ne. Di vî alî de axa em li ser dijîn xwedî mozaîka gelan a dewlemend e. Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Çerkez, Tirkmen, Laz hene. Ji van gelan jin bi feraseta rêxistinbûna konfederala demokratîk dikarin yekitiyê ava bikin.
Di ferasta rêxistibûna konfederal a demokratîk de, rêveberî xwe nake şûna pergala rêxistinbûn û organên biryarê. Ev pêvajoyên rêxistibûnê dibin biryarên merciya esas û rêveberî jî îradeya koordînekirin a pêvajoya konfederal îfade dike. Rêveberî ji bilî biryarên ku yekîneyên konfederal girtine maf û însiyatîfa wan a kontrol bike tuneye. Peywira wan ev e ku van biryaran bikin jiyanê. Her wiha yekîneyên konfederal xwedî raye û mafên ku rêveberiyan ji peywirê bigire ye. Komun û meclîs ji bo jin biryarên xwe bide û xwe bi rê ve bibin biryarên wan ên hevpar hene.
Aliyê din ê rêxistibûna pergala konfedral a jinê gerdûnîbûn e. Ji ber rêxistinek çiqas torên xwe berfireh bike wê evqas xwedî hêz be. Zemîna pergalbûnê wê hîn bêtir xurt û berfireh bibe.
Ya çaremîn, rêgeza têkoşînê jî qadê têkoşîn û terza pergala konfederal a jinê îfade dike. Pênasekirina şoreşa jinê wek têkoşîna piralî ya li dijî serdestiya mêr û desthilatdariyê dikare bê kirin. Jin li her qadê hatiye kolekirin û li dijî vê têkoşîn neçare berfireh be. Ji ber vê jî qada têkoşîna jinê berfireh û girîng e.
Yekîneyên esas ên pergala konfederal a demokratîk komun û meclîsin û dibin mewziyên têkoşînê. Her wiha perwerde, aborî, tenduristî, parastina cewherî, ekolojîk, hiqûq, çand û huner, dîplomasî û siyaest jî dibin qadên têkoşînê.
Terza têkşoînê berfireh e û her kesî dihewîne. Xwedî naverokek ku her kesî teşwîqê têkoşînê dike ye. Ji jinê destpê dike û armanc dike ku hemû civakê di esasê demokratîkbûnê de biguhere. Ji ber vê jî li dijî paşverûtiyan, zîhiyeta serdest têkoşînê dimeşîne. Pêvajoyeke têkoşînê ya berfireh û bi nirx e.
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Der barê esasên pratîk û teorîk yên pergala konfederal a demokratîk a jinan de, beşa sêyem’ wê bê weşandin.