
Rojnameger Zeynep Kuray beraet kir
- 11:24 8 Gulan 2025
- Hiqûq
STENBOL - Rojnameger Zeynep Kuray di doza ku bi sûcê "propagandaya ji bo rêxistinê" dihat darizandin de beraet kir.
Rûniştina dawî ya doza ku rojnamevan Zeynep Kuray bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" ji ber parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal di navbera salên 2014 û 2023'an de tê darizandin, li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Zeynep Kuray beşdarî rûniştinê nebû, lê yek ji parêzerên Yekîneya Hiqûqî ya Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Batikan Erkoç amade bû.
Rojnameger Zeynep Kuray di doza ku bi sûcê "propagandaya ji bo rêxistinê" dihat darizandin de beraet kir.