Li dijî îşkenceyê li 20 bajarî çalakî

  • 15:46 25 Nîsan 2025
  • Cîhan
   
NAVENDA NÛÇEYAN - Belûciyên ku li eyaleta Belûcîstan a Pakîstanê dijîn, li hember sirgûniya kêfî û îşkenceya li girtîgehan li ser Belûciyan tên kirin, li 20 bajaran daketin qadan.
 
Li hember polîtîkayên zext û tunehesibandina Belûciyên li Pakîstanê, di 21’ê Adarê de çalakiyên protestoyî destpê kirin. Aktîvîstên Belûcî yên ku di çalakiyên berdewam dikin de hatine girtin, di girtîgehan de rastî zext û îşkenceyan hatin.  
 
Îşkenceyên li girtîgehê, ji aliyê endamên Komîteya Yekîtiya Belûcî (BYC) yên bi navê Bijîşk Mahrang Beluc, Beebow Beluc û Gulzadî Belûc ve bi nameyek hatin aşkerakirin. 3 kesên ku îşkenceyan aşkera kirin, bêyî ku agahiyek bidin malbatên wan, di 24’ê Nîsanê de ji Girtîgeha Huda ya li Quetayê hatin revandin. Rayedarên girtîgehê derbarê aqûbeta van girtiyan de agahî nedan malbatên wan.
 
Berxwedana li hember zextan didome
 
Li ser vê agahiyê, BYC’e bang li Beluciyan kir û li 20 bajarên Belûcîstanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza bidawîkirina zextên siyasî û aborî yên li ser Beluciyan hat kirin. Her wiha hat xwestin ku bi sedan Belucên di çalakiyan de hatine girtin, bên berdan.
 
BYC’ê jî di hesabê xwe yê medyaya civakî de daxuyaniyek wiha da: “Ev xwepêşandanên aştiyane, ji bo peyam ji saziyên dewletê re bên şandin tên lidarxistin. Netewa Belucî tu car dê li hember zext û otorîteriyê serî daneyne. Emê li hember bêedaletiya bi her awayî liberxwe bidin. Emê di rêya rastî, edalet û aştiyê de bi biryardarî bimeşin.”