
Navê jiyana nû: Nûjiyan Erhan
- 09:05 22 Adar 2025
- Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûjiyan Erhan ku bi navê xwe jiyan û nûbûn yek kir û bû berxwedêrek sembol û çavkaniya îlhame, ji çapemeniya civakî re jî dibe rehber.
Nav, çand, erdnîgarî û bîra dîrokî dihewîne. Her navek xwedî wateyek cuda ye. Navên ji zimanên qedîm tên hîn watedarin. Wek navê Nûjiyan. Navekî giranbihaû watedar e.
Nûjiyan... ‘Nû’ û ‘Jiyan’… Yanî vejîna ji nû ve. Navê hebûna ji nû ve vejînê ye. Nûjiyan îfadeya berxwedêrî û mezinkirina jiyanê ye.
Nûjiyan Erhan rojnameger bû. Di ser qetilkirina wê ku ji aliyê ‘Pêşmergeyên Roj’ yên girêdayê PDK’ê ve hat qetilkirin 8 sal derbas bûn. Nûjiyan Erhan di 22’ê Adara 2017’an de hat qetilkirin.
Nûjiyan di 1987’an de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hat dinê. 8 xwişk û bira bûn. Bavê wê karmend bû û ji ber karmendiyê li navenda Rihayê bi cih dibin. Nûjiyan xwendekarek serkeftî bû. Fakulteya mîmariyê qezenc dike.
Têkoşînek azadiyê
Lê li aliyê din jî li dijî şerê li Kurdistanê tê meşandin bêdeng namîne. Dema zanîngehê dixwînê biryar dide û di sala 2005’an de berê xwe dide çiyê. Nûjiyan wek mertala zindî diçe çiyê û ji Qendîlê venagere. Di jiyana Nûjiyanê de pêvajoyek nû dest pê dike. Êdî ew rojnamegerek bû. Li Qendîl, Başurê Kurdistan û herî dawî jî li Şengalê rojnamegerî kir.
Şengal dibe qonaxeke veguherînê
Nûjiyan di navbera 2013 û 2014’an de bû şahîda êrişên DAIŞ’ê û têkoşîna jinên êzidî ya li dijî DAIŞ’ê. Du salan li Şengalê ma. Êrişên DAIŞ’ê bi hemû cîhanê da bihistin. Hewara jinên êzidî bi cîhanê da bihistin.
Dilekî şoreşger
Nûjiyan zilma DAIŞ’ê ya li jinên Êzidî ji rayagiştî ya cîhanê re ragîhand. Lê çîroka wê ji êşên hatine jiyîn wêdetir temsîl dike. Berdana jinê û gelê Êzidî ya li dijî fermanê, çawa bi ’12 suwariyan’ rêxistin kirine, kir belge.
Dibe çavkaniya îlhamê
Li çiyayên Şengalê dema gav ji bo jiyana nû dihatin avêtin, Nûjiyanê jî ev hemû kêlî bi kêlî dişopand, heta hêzên pêşmergeyên girêdayî PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an de êrişî navçeya Xanesorê ya Şengalê kirin. Di wê kêliyê de jî Nûjiyanê kamera û wênekêşa xwe girt destên xwe û têkoşîna Şengalê ya li hemberî PDK'ê bi cîhanê da ragihandin. Dema hêzên PDK'ê êriş kir, rojnamevan Nûjiyan ji serê xwe birîndar bû û bi rojan li nexweşxaneya Hesekê ya Rojava di beşa Lênêrîna Awarte de têkoşîna jiyanê da. Nûjiyan piştî têkoşîna 19 rojan di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da.
Nivîsên Nujiyan Erhan li ser azadî û berxwedanê fikr û nêrîn kûr dihewîne. Nûjiyan ji bo hemû jinan dibe çavkaniya îlhamê.
Bîranîn û mîrate
Nûjiyan Erhan wek rûyê berxwedan û çapemeniya azad, bi çîrk, jiyan û nvîsên xwe wek parçeyek girîng a têkşîna azadî û dîroka Kurd tê bîranîn. Mîrateya wê ya rojnamegeriyê bi taybet ji bo gelek rojnamegerî dibe îlham.
Ne tenê navek
Nûjiyan Erhan ne tenê naveke; manîfestoyek, helbest û hêvî ye. Seransrê dîroka mirovahiyê, rewşa daxwaza ‘vejîna ji nû ve ye’. Ew bi navê xwe têdikoşe û dibêje ‘Çi dibe bila bie jiyan ji nû ve dest pê dike.”