Li bajarê ku sînorên welata ye bazirganî nayê kirin!
- 09:03 26 Cotmeh 2023
- Ked/Aborî
Rojda Aydin
ÎDIR - Jinên Gundê Panîkê ku bi bazirganiya deriyê sînor debara xwe dikin diyar kirin ku li aliyêekî qeyrana aborî bandorê li wan dike û li aliyê din jî ji ber girtina deriyên sînor di warê debarê de zahmetiyan dikişînin û daxwaza ku bila derî bên vekirin kirin.
Li Îdîra ku nêzî sînorê Ermenistan, Azarbaycan û Îranê ye ji ber girtina deriyên sînor û polîtîkayên aborî yên îktîdarê welatî nema dikarin debara xwe bikin. Welatiyên ku bi giranî debara xwe bi baziragniya li ser sînor dikin ji ber ku deriyê Îran û Ermenistanê girtî ye û yê Nahçivan ê Azarbeycanê jî bi rêk û pêk vekirî nayê hiştin qeyraneke kûr dijîn. Hem girtina deriyê sînor û hem jî qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê wekî her derê li vî bajarî jî herî zêde bandora xwe li ser jinan dike ku keda wan nayê dîtin.
Jinên gundê Panîkê yên Îdirê ku bertek nîşanî rewşê dan gotin ku ew ji ber nikarin bazirganiya li ser înor bikin berhemên xwe dibin bajêr û li bajêr jî ji ber qeyrana aborî berhemên wan bi erzanî ji dest wan tên girtin.
Bi keda destê xwe debara xwe dikin
Helen Kizilay (21) diyar kir ku debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dike û wiha bal kişand ser kar û xebatên xwe: "Em di baxceyên xwe de firîngî, îsot, xiyar, bacanê reş diçinin. Dîsa li gund em garis, genim, ceh û once jî diçînin. Her wiha darên me yên fêkiyan ên wekî qeysî, hilûk û gêlaz jî hene. Dema payîz tê em wan sebze û fêkiyan kom dikin, dikin kaseyan û dibin li bajêr difroşin. Bi dahata wan em debara xwe dikin. Lê belê di firotinê de em zêde qezencê nakin, ji ber ku em gelekî erzan difroşin. Ev qeyrana aborî tiştek wisaye ku êdî tu kes nikare tiştek bifroşe an jî bistîne. Bi taybetî ji bo me jinan bêtir zehmet e. Ji ber ku em kedekê gelek mezin didin, lê beramberê vê yekê em heqdestê xwe nikarin bigirin. Em jin ji aliyekî pêz û cêlekan xwedî dikin û pê debara xwe dikin."
‘Deriyên sînor girtî ne’
Helen, destnîşan kir ku Îdir sînorê welatên Nahçivan, Îran û Ermenîstaniyê ye jî lê di aliyê bazirganiyê de feydeyê nade û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bazirganî êdi li vir nemaye û qediyaye. Deriyê Îran û Ermenîstanê girtî ye. Tenê deriyê Nahçivanê vekiriye. Em jî encax dikarin bibin Îdirê û bifroşin. Lê belê li Îdirê jî erzanî tê firotin. Dema em biha jî didin nayê firotin. Erzan didin da ku destên me de nemîne. Li aliyekî qeyran heye, li aliyekî jî deriyên sînor girtî ye. Em nizanin ku çawa bikin. Em dixwazin deriyê her du sînoran jî bê vekirin û di aliyê baziraganiyê de rewşa bajar baş bibe. Êdî em dixwazin keda me jî bê dîtin.”
Ji neçariyê erzan difroşin
Bahar Ken (64) jî daxuyakirin ku ew li gund karê cotkariyê dikin û havînan berê xwe didin zozanan û bi vê awayî debara xwe dikin. Bahar, bi lêv kir ku ew biharê çandiniya xwe dikin û dema payîz tê jî tiştên çandine kom dikin û wiha bi lêv kir: “Jiyana me ya gund wisa derbas dibe. Ger ku em neçin zozanan em nikarin debara xwe bikin. Em bi firotina şîr jî debara xwe dikin. Her wiha em li gund zebze diçinin û darên me yên fêkiyan jî hene. Em wan hilberînên xwe di demsala zivistanê de difroşin. Lê li navçeyê erzan tê firotin. Girtina deriyê sînor bandorê li me dike. Keda me wisa winda dibe. Ger ku deriyê sînor vekirîbûya dê betir bihata firotin. Xeynî vê karekî ku em bikin tuneye. Ji ber ku li Îdirê kar tuneye. Li vê derê zebze û fêkiyên me bê qîmet bûne. Xeynî vê em ji bo çandiniyê mazotê distînin. Di markêtan de berê di qûtiyên biçûk de penêr 20 TL bû, niha bûye 100 TL. Em diçin bajêr tiştan bistînin lê em nikarin bistînin. Ji ber ku hemû tişt gelek biha ne.”
‘Torbeyek ar bûye 600 TL'
Fazîle Kizilkûş (55) jî da zanîn ku ne tenê li bajêr her wiha jiyana gund jî ji ber qeyrana aborî gelek zehmet bûye û bi zorê debara dikin. Fazîle, got ew karê cotkarî û sewalkariyê dikin lê ji ber qeyranê nikarin heqdestê xwe bigirin: “Ji bo debara xwe bikin em her karî dikin. Me berê karê çandina pembo û pazî dikir. Lê ji ber ku em nikarin li hemberî keda ku tê dayîn heqdestê xwe bigirin me dev jî çandiniya pembo û pazî berda. Ji ber ku deriyê sînor girtî ye em hilberînên xwe li bajêr bi erzanî difroşin. Kesên ku TIR’ên wan hene diçin Nahçivanê hilberînên xwe difroşin. Lê ji ber deriyên sînor ên dinê girtî ne em nikarin bifroşin. Li vê derê ji ber ku kesekê tuneye sebzeyên me bifroşe me herî kêm kîloya firîngiya da 2 TL da. Em nedin jî dê di destê me de bimîne. Li Îdirê jiyan zehmet e. Torbeyê ar bûye 600 TL. Em diçin marketê torbeyek birinc tînin 270 TL didin. Hemû tişt wisa biha bûye. Li aliyekî ve jî ev qeyrana ku heye zêdetir bandorê me dike. Em bi mîlyarekî diçin Îdirê pê çayek û rûnek encax dikarin bistînin.”
'Keda ku jin dide nayê dîtin'
Şehnaz Gulcan a ku bi eslê xwe ji îranê ye li Îdirê dijî, got ku ew diçin zozanan sewalan xwedî dikin û bi çandiniyê debara xwe dikin. Şehnaz, diyar kir ku qeyrana aboriyê bandorek mezin li jiyanê dike û wiha axivî: "Jiyana li vir gelek zehmet e. Ji ber ku keda ku didî beramberê vê tiştek nakeve destê te. Li Îdirê em nikarin berhemên xwe bifiroşin. Lê em nikarin bibin Îran û Ermenîstanê jî. Ji ber ku ew herdu derî girtî ne. Tenê deriyê Nahçivanê vekiriye. Ji ber ku derî girtî ye ez nikarim biçim serdana malbata xwe. Ger ku derî vebe ez ê biçim. Li vê derê bi taybetî jin dixebitin û kedek mezin didin. Lê keda ku jin dide jî nayê dîtin."
'Derî bên vekirin kêm be jî em ê debara xwe bikin'
Dîlber Gulcan (56) jî ev tiştan got: “Jin li gund karê çandiniyê re mijûl dibin. Lê belê ew çandiniya me jî pere nake. Ji ber ku nayê firotin. Em li bajêr gelek erzan difroşin. Ji ber ku erzan tê firotin em nikarin pêdiviyên mala xwe jî bistînin. Kesên xîzan qet nikarin debara xwe bikin. Em carna fêkiyan wisa difroşin, carna jî dikin êmîş û difroşin. Lê dîsa jî pere nake. Derî jî girtî ne em nizanin ku bibin ku bifroşin. Em dixwazin ew deriyê sînor vebin, kêm be jî em ê bikarin hinek debara xwe bikin. Li bajêr kar tuneye ku ciwanên me jî bixebitin. Em dixwazin ew derî vebin û em bikaribin bazirganiyê bikin. Jiyan gelek biha bûye û îro aveke biçûk bûye 10 TL."