Çalakiya Girê Sipî di roja 23'an de berdewam dike

  • 12:23 7 Çile 2019
  • Rojane
GIRÊ SIPÎ - Şêniyên bajarê Girê Sipî bi çalakiyan nerazîbûna xwe li hember planên dewleta Tirk nîşan didin. Çalakiya nerazîbûna li dijî dewleta tirk ket roja 23'an. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn gotin:"Em ê li dîj gefên dewleta tirk her li ser piya bin."
 
Şêniyên bajarê Girê Sipî bi çalakiyan nerazîbûna xwe li hember planên dewleta Tirk nîşan didin. Çalakiya nerazîbûna li dijî dewleta tirk ket roja 23'an. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn gotin:"Tu hêz dê nikaribe me ji nava axa me koç bike."
 
Çalakvan Sozdar Mehmûd nerazîbûna xwe da nîşandan û wiha got: " Em çalakiyên xwe di roja 23'an de berdewam dikin, Çiqas jî dewleta Tirk me tehdîd bike, em tu carî ji doza xwe venagerin. Em ê bi xwe parastina xwe bikin û bêdeng nemînin. Erdogan dê nikaribe îradeya me bişkîne. Wê serkeftin her ya me be û em ê li dû şopa şehîdên xwe bimeşin."
 
Ji aliyekî din ve Heyfa El-Omer destnîşan kir ku wek jinên bajarê Girê Sipî wê parastina xwe heta dawî bikin û wiha got; "Em tehdîdên dewleta  Tirk ên ku bi armcanca dagirkirina xaka me tê kirin qebûl nakin. Wekî şêniyên Girê Sipî em ê çalakiyên xwe li dijî dewleta Tirk berdewam bikin. Em nahêlin ku Erdogan bostek jî axa me dagir bike."
 
Her wiha welatiya Girê Sipî ya  Ereb Riweyda Faris jî nerînên xwe wiha bi lêv kir: "Em li dijî zihniyeta dagirker her di nava berxwedanê de ne. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin."