Li gel konên hatin rakirin jî çalakî berdewam e
- 13:43 6 Çile 2019
- Rojane
MANÎSA - Konê gundiyên li dijî çekirina JES’an ên li taxa Hacibektaşli ya Salîhlî hatibû danîn, ji aliyê cendirmeyan ve hat rakirin. Lê gundî qadê terk nakin û çalakiya xwe berdewam dikin.
Konê berxwedanê yê gundiyan di 2’yê Çile de li dijî çêkirina Santrala Ceyranê ya Jeotermal (JES) a li taxa Hacibektaşli ya navçeya Salîhlî ya Manîsayê hatibû danîn, ji aliyê cendirmeyan ve hat rakirin.
Qeymeqamê Salîhlî Levent Kilîç, duh di saet 17.00’an de, bi leşker û Fermandarê Cendirmeyan re hat cihê kon û bi hinceta şîrketê xebatên xwe rawestandin, ji gundiyan xwest ku konê xwe rakin. Lê gundiyan ji qeymeqam xwestibûn ku şîrket ji qadê here û dê dûre konê xwe rabikin.
Piştî qeymeqam ji cihê kon diçe, gundî nobeta xwe berdewam dikin. Lê di saet 04.00 şevê de gelek cendirme hatin cihê kon û nasnameyên çalakgeran kontrol kirin. Leşkeran piştre kon rakirin. Parlementerê CHP’ê yê Manîsayê Ozgur Ozel, piştî hevdîtina bi walîtiyê re, konê gundiyan dîsan paşve hat dayîn û ragihand ku şîrketê xebatên xwe rewestandine.
Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Salîhliyê jî diyar kirin ku ekolojîst û gundî çalakiyên xwe berdewam dikin, wan qad terk nekiriye û ewê sibê serî li dadgehê bidin.