Şaredariya Mêrdînê di bin deynan de hiştin
- 15:24 5 Çile 2019
- Rojane
MÊRDÎN – Walî Mutafa Yaman ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê ya Mezin hat kirin, li gor agahiyên ku hatin girtin ji ber deyn û bêrêtî kiriye otobus û dolmiş daye sekinandin û benzîn nade erebeyan.
Walî Mutafa Yaman ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê ya Mezin hat kirin tim bi deynan ve tê rojevê. Hat zanîn ku şaredariya ku ketiye bin deynan û bêrêtî kiriye otobus û dolmîş daye sekinandin. Ji ber deynan hat diyarkirin ku benzînê nadin otobus û dolmuşan. Ji ber bênzînê nadin erebeyan hejmara wan du qat kêm bûye. Ji aliyekî dinê ve jî hat zanîn ku ji ber qayimê gelek deyn kiriye bi trîlyonan şaredarî ketiye bin deynan.
Welatiyên Mêrdînê anîn ziman ku ji ber vê rewşê gel gelekî mexdûr bûne û xwestin ku ji vê rewşê re çareseriyek bê dîtin. Welatiyan diyar kirin ku ji vê rewşê dê bi tenê gel zirarê bibîne.
Her wiha hat zanîn ku Walî Mustafa Yaman, li Stenbolê Mêvanxaneya ku heye derxistiye firotinê.