ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 28 Kanûn 2018
  • Rojev
*Ji meha cotmehê de ku meclîs hatiye vekirin heta niha 34 pêşnûmepirsên ji bo jinan hatine dayîn bersiva wan nehat dayîn û di çarçoveya xebatên siyasî yên parlamenteran de hemû axaftinên hatine kirin wek fezleke li wan vegeriyan. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr ku salek meclîsê nirxand wiha got: “Li kursiya meclîsê ya veguhertine ‘Lijneya Şêwirmendiyê’ jî zayendperestî derket asta herî jor.”
 
*Jina bi navê Şifa Sewan a ji Hesekê diyar kir ku ew ê Erdogan bi gefên xwe negihêje armanca xwe û wiha got:"Çi dibe bila bibe em di bin sîwana yekîtiyê de axa xwe biparêzin û rê nedin Erdogan."
 
*Bertekên li dijî zextên li hember huner û hunermandan, ji aliyê serokomar ve hedef girtin, didomin. Lîstikvana Teatra Jiyana Nû Rugeş Kirici wiha got: “Nêrîna rast û hedefa rast bûye xewna bi xof a serdetan.” Lîstikvan Denîz Turkalî jî bi pêşgotinekê berteka xwe nîşan da.
 
*Ayşe Burumtekîn di qedexeya derketina derve ya Sîlopiyayê de bi guleya li sînga wê ket jiyana xwe ji dest da û tevî cenazeya wê hat teşîskirin jî gora wê li goristana bêkesan hat definkirin. Di lêpirsîna hat vekirin de jî ‘biryara lêgerîna daîmî’ hat dayîn.
 
*Nêzî 30 jinên ku bi projeya NY’ê ji xwe re kargerî vekiribûn ji ber krîza aborî neçar man dikanên xwe bigirin. Halîme Olmez a bi dikana patîleyan debara xwe dike, bi pereyê ji vir qezenc dike li sê zarokên xwe yên astengdar dinêre.
DÎMEN HEYE
 
*Jinên Îzmîrê ji bo ‘Hevdîtina Jinan a Jin bi Hev re Xurt in’ ya wê li Stenbolê pêk bê bang kirin û gotin: “Em bang li jinan dikin ku li dijî polîtîkayên dijminê jinê bi hev re têbikoşin.”DÎMEN HEYE
 
*Piştî qirkirina ermeniyan a 1915'an ku pêk hat û bi hezaran ermeniyan di encama vê qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan, gelek kesên ermenî jî bi rêya revê li çareya serê xwe geriyan. Ji vê qirkirinê yên ku herî zêde bi bandor bûn wekî her carê disa jin û zarok bûn. Bi sedan çîrokên jinên ermenî yên ku ji qirkirinê filitîne ku bi êş in hene. Ji van jinan yek jê jî jina bi navê Ena Emîne ango Emîne Yuzal e. 
 
*Xwişka Mustafa Ozgur Mulla yê li Girtîgeha Sîlîvriyê dest bi greva birçîbûnê kiriye, Esra Mulla banga hestiyariyê kir û wiha got: “Girtîgeh wijdanê welatan e û ev wijdan niha jan dide. Divê em hemû bi hev re tiştekî bikin. Yên ku dengê wan bidin bihîstin em in. Em neçar in bibin dengên wan.”DÎMEN HEYE
 
*Bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re bi taybet li bajarên herêmê kar û barê xîleya dengan jî hat lezkirin. Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altan diyar kir ku AKP çi dike bila bike wê tiştê jê ditirse bê serê wan û got bila dest ji xeyalan berdin.
DÎMEN HEYE
 
* Berdevka Weqfa Jina Azad a Rojava Ceylan Osman li ser xebata sala 2018'an û hedefên sala 2019'an nirxandin kir. Ceylanê anî ziman ku di sala 2018'an de ji bo karê weqfê gavên mezin hatin avêtin û aliyên wê yên kêm mane jî ew ê di 2019'an de temam bikin.DÎMEN HEYE