Li ser dosyaya bûyera nijadperest a Sakaryayê biryara nepenîkirinê
- 15:54 27 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - ÎHD'ê rapora xwe ya li ser cînayeta nîjadperest a li Sakaryayê eşkere kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn got ya ku hatiye kirin êrîşeke nîjadperestî ye.
Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serdana malbata Kadîr Sakçi yê di 16'ê Kanûnê de li Sakaryayê ji ber êrîşa nîjadperest jiyana xwe ji dest da û kurê wî Bûrhan Sakçi bi giranî birîndar bû kir.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Veysî Eskî û Bulent Yaşa, ji Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê Meral Çildir li ser mijarê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Eren Keskîn di civînê de axivî û rapor aşkere kir.
Eren diyar kir ku malbata Sakçi beriya 30 salan ji ber şert û mercên giran ên jiyanê ji Mûşê koçî navçeya Hendeka Sakaryayê kir û li gorî gotinên malbatê bêyî hewcedarî kesî bibin li navçeyê dijîn.
Em Kurd in...
Eren got 25'ê Kanûnê ew çûne serdana malbatê û rapora xwe ya li ser cînayetê amade kirin e.
Eren rapor wiha aşkera kir:
"Bi navê malbatê, kekê Kadîr Sakçi Fahrettîn Sakçi agahî da heyeta me. Li gorî gotinên ji heyeta me re hatin gotin, bûyer bi vî rengî qewimî: 16'ê Kanûnê saet 19:45'an Kadîr Sakçi û kurê wî li navçeya Hendekê dema vedigeriyan mala xwe, li ber qehweyê ji aliyê kesekî ve hatin sekinandin. Êrîşkar Hîkmet Ûsta dengê xwe li Kadîr Sakçi û kurê wî bilind kir û pirsa 'Hûn Sûriyeyî ne?' li wan kir. Kadîr Sakçi jî got, 'Na, em Kurd in'. Li ser vê yekê êrîşkar destpêkê sixêf li wan kir û piştre jî 7 caran gule berda Kadîr Sakçi û kurê wî. Guleyek li binê dilê Kadîr Sakçi ket û yek jî li aliyê rastê yê zikê kurê wî ket. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Bersûc Hîkmet Usta bi alîkariya kesekî ji cihê bûyerê reviya. Hîkmet Usta ku bi alîkariya kesê bi navê R.E. reviya, li Bûrsayê hate girtin. Kadîr Sakçi jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavdêriyên me, bersûs li dozgeriyê di îfadeya xwe de got, 'Dema ku min pirsî 'Hûn Sûriyeyî ne', gotin, 'Na, em Kurd in, em qet ji Tirkan jî hez nakin'. Ez jî gelekî hêrs bûm û min gule berda wan...' Bersûc Hîkmet Usta piştî îfadeyê hate girtin. Lê belê kesê ku tê gotin alîkarî daye wî ji bo bireve û li Bûrsayê pê re hate girtin, tevî daxwaza dozgeriyê ya ji bo girtinê, ji aliyê dadger ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Fahrettîn Sakçi bi navê malbata mexdûr agahî da û got, 'Eger bersûc em bûna, ya jî me alîkarî dabûya kujer, em ê bi malbatî bihata girtin'. Fahretîn Sakçi nerazîbûn nîşanî berdana R.E. da."
Kengî diçin serdana malbatan?
Eren anî ziman ku piştî bûyer li nava raya giştî hate bihîstin gelek rayedarên dewletê serdana malbatê kirin û wiha got: "Ji bilî dozger, hemû rayedarên dewletê yên bi malbatê re axivîn, ji wan re gotin, 'bûyer ne mêrkujiyeke nîjadperestî ye. Nehêlin ku we bi kar bînin'. Em kesî bi kar nînin. Em aliyê nîjadperestî yê polîtîkaya fermî ya Îttîhatperest a Tirk-Sûnî Misilman baş dinasin. Em zanin ku li vê erdnîgariyê nîjadperestî tê kirin. Bi navê Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê, ji bo em parêzeriya malbatê bikin me hevdîtin kir û wekaletnameya malbatê girtin. Li gorî çavdêriyên me yên di dema hevdîtinê de, bûyer 'cînayeteke nefretê ye ya li ser bingeha nîjadperestiyê hatiye kirin'. Em, parêzvanên mafên mirovan ku bi salan e hewl didin li ber cihêkarî û nîjadperestiyê rabin, yên ku bingehê ji êrîşên nîjadperestiyê re amade dikin, polîtîkaya siyasî ya 'serdstiya Tirk' e."
Eren di dawiya axaftina xwe de got: "Eger ev yek bi rastî jî cînayeteke serxweşekî be ku bi vî rengî tê nîşandan, çima ji walî heta qeymeqam, midûrê emniyetê, fermandar û serşêwirmendê serokkomar serdana malbatê dikin... Biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê, serdana rayedarên payebilind rastiya bûyerê bi zelalî radixe pêş çavan."
'Êrîşek nijadperest e'
Di beşa encamê ya raporê de hate gotin Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê tespît kiriye ku êrîşa 16'ê Kanûnê ya li Sakaryayê êrîşeke nîjadperest e û wê heta dawiyê bûyerê bişopînin. Hate ragihandin ku ÎHD wê li dadgeriyê wekîliya malbatê bike.