ÎHD û TÎHV: Êşa malbatên Roboskê giratir bû
- 15:11 27 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - ÎHD û TÎHV’ê ji bo faîlên Komkujiya Roboskê derbixin holê bang li desthilatdariyê kirin û gotin: “Ev komkujî sûçeke li dijî mirovahiyê ye û divê bi vî awayî bê qebûl kirin.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, bi boneya salvegera 7’emîn a Komkujiya Roboskê, li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Prz. Hasan Yalçin di civînê de daxuyanî da û wiha axivî: “Di Komkujiya Roboskê de 19 jê zarok 34 sîvîl hatin kuştin. Divê ji faîlên komkujiyê hesap bê pirsîn. Heqîqet tu carî bi kiryarên erkên siyasî û darazê nayê veşartin."
'Komkujî nehatiye jibîrkirin'
Hasan, diyar kir ku bi dehan cenazeyên mirovên di nava betaniyan de pêçayî yên li ser pişta hêstiran hîna jî di hişê mirovan de zindî ne û wiha got: “Ji dîroka komkujiyê û vir ve li ser Roboskêyan zext û êrîş hene. Lê ligel vê jî bê navber çalakiyên xwe berdewam kirin. Di nava 7 salan de, ji ber operasyonên leşkerî, hêzên ewlekariyê karên xwe yên bombebarkirinê tim dewam kirin. Dîsan gelek, zozan, gom, herêm û qadên girêdayî Roboskê hatin qedexekirin û ji ber herêmên ewlehiya taybet gundiyan di warê aborî de zirarek mezin dîtin û hîna jî dibînin.”
‘DMME'yê êş zêdetir kir’
Hasan, da zanîn ku malbatên kesên di komkujiyê hatin qetilekirin piştî hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bûn ser li Dadgeah Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û wiha bilêv kir: “DMME'yê bi biryara da dîsan êşa di wijdanê mirovan de zêdetir kir.”
'Divê rastî derbikeve holê'
Hasan, di dawiya axaftina xwe bang li desthilatdariya siyasî kir û wiha got: “Ji bo heqîqeta Komkujiya Roboskê derbixin holê, em bang li desthilatdariya siyasî û dewletê dikin ku berpirsiyartiya xwe bînin cih. Divê faîl bên dîtin û darizandin û êdî dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bên anîn. Ji bo ku ev sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin bê qebûlkirin û malbat bigihin edaleta ku dixwazin, divê hemû astengî ji holê bên rakirin û rastî derbikeve holê.”