Li Gritîgeha Tîpa L ya Alanyayê îdaya şewbê
- 12:52 27 Kanûn 2018
- Rojane
ANTALYA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê dimînin, diyar kirin ku ew ji ber şewbeke li girtîgehê belav bûye bi serêşê û ji destxweçûnê re rûbirû dimînin û banga alîkariyê kirin. Rêveberên ÎHD'ê jî diyar kirin ku wan derbarê mijarê de heyetek amade kiriye û wê di demeke kurt de biçe li girtîghê lêkolînê bike.
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê şewb belav bûye. Girtiyê bi navê Mesut Canbayê ku bi riya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir rewşa li girtîgehê ragihand. Malbatê tişta ku Mesut ji wan re vegto wiha anîn ziman: "Li girtîgeha ku binpêkirinên mafan lê bi dawî nabin şewb belav bûye. Di encma belavbûna şewbê de serê girtiyan diêşe û ji dest xwe diçin. Hevalekî me dema ku ji dest xwe çû çena xwe şikand. Li ser lêdana me ya li deriyan tenê hatin ew birin revîrê û 3 kêl avêtin birîna wî. Rêveberiya girtîgehê derbarê şewbê de tu lêkolînê nake. Dîsa li Lavaboyê 2 hevalên me yên din jî ji ber ku ji dest xwe çûn ketin xwarê. Me derman nakin. Bi awayê kêfî êrîşî qawîşên me dikin û alavên me belav dikin. Di dema ku bi ser qawîşê de girtin ji ber ku di destê min de radyo hebû 15 roj cezayê hucreyê li min birîn. Moralê me baş e lê em di warê fizîkî de ne baş in û tendirustiya me di xeterê de ye."
Rêveberiya girtîgehê ku Ajansa Mezopotamyayê bi telefonê lê geriya jî bersîv neda. Rêveberên ÎHD'ê yên Antalyayê diyar kirin ku wan heyetek amade kiriye û wê di demek kurt de biçe li girtîgehê lêkolînê bike.
Greva birçîbûnê koma 4'emîn dewr girt
Girtiyên li girtîgehê ji 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komên cuda cuda ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine. Greva ku her carê bi 5 kesan tê destpêkirin îro koma 3'emîn çalakiya xwe bi dawî kir û koma 4'emîn çalakî dewer girt.