Li Licê qedexe bi dawî bû

  • 10:04 27 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Li 7 gund û taxên navçeya Lice ya Amedê piştî rojekê qedexeya derve hat rakirin, duh dîsa derketina derve qedexe kirin û îro qedexe rakirin. 
 
Li gundên Çemê Elika û Xeraba û gundikên Miaran Komu, Kilaraş Komu, Şakan, Ayaz û  Akçapinarê di 23'ê Kanûnê de qedexeya derve hatibû îlankirin. Qedexe di şeva 24'ê Kanûnê saet di 24.00'an de rakirin. Piştî rojekê qedexe rakirin, dîsa li heman herêmê qedexe îlan kirin. Duh walitiya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku li heman tax û gundağn saet di 06.00'an de dîsa qedexeya derketina kolanan îlan kirine. Piştî duh dîsa qedexe kirin îro qedexe ji ser gundan rakirin.  
 
Di qedexeya berê de leşkeran bi ser gundan de girtibû û 3 kes binçav kiribûn.