Keyayê gumanbarê tacîza zayendî tenê ji peywirê hatiye girtin!

  • 09:13 27 Kanûn 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Li gundekî Şemrex a Mêrdînê hat îdiakirin ku du mamosteyên jin ji aliyê keya H.T yê bi nêzîkatiya AKP’ê tê zanîn ve rastî tacîza zayendî hatine. Şahidan diyar kirin ku keya ji peywirê hatiye girtin, mamoste jî şandine dibistanên din.
 
Li gundekî Şemrex a Mêrdînê hat îdiakirin ku du mamosteyên jin ji aliyê keya H.T yê bi nêzîkatiya AKP’ê tê zanîn ve rastî tacîza zayendî hatine. Li gorî îfadeyên şahidan bûyera tacîzê 11 roj berê hatiye jiyîn û piştî vê mamosteyan keya H.T gilî kirine, lê bi hevkariya kesên AKP’î ser mijarê hatiye girtin. Her wiha şahidan bi lêv kir ku keya H.T gelek caran tevlî vexwendiyên AKP’ê bûye.
 
Îdiaya keya ji peywirê hatiye girtin
 
Şahidan diyar kir ku H.T piştî sûcê tacîzê ji aliyê Walîtiya Mêrdîn û Qeymeqamtiyê ve ji peywirê hatiye girtin û mamoste jî ji aliyê MEB’ê ve tayînî dibistanên din kirine. Şahidan her wiha îdia kirin ku mamosteyan li ser zextan îfadeyên xwe şûnde kişandine û mamosteyekê der barê ku dema tacîzê de hatiye derbkirin de rapor girtiye û rapor daye emniyetê.
 
Mamosteyên me xwe gîhandinê jî diyar kirin ku ew der barê mijarê de agahiyê nadin û ji ber ku hîna di bin zextê de ne, nikarin biaxivin.