Kîbriye Evren: Dê sala 2019'an sala serîhildanê ya greva bêdem û dorveger be

  • 09:11 27 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Rojnameger Kîbriye Evren ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, ji 16’ê Kanûnê de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger kiriye, di nameya ku şandiye de wiha got: “Em bi gotina Gramsî ya ‘bibîranîn berxwedan e’ biryarbûna berxwedana xwe ya mafdar dubare dikin. Em hêviya ku sala nû bibe sala berxwedanê, bi berxwedanên grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger piştevaniya jinê xurt dikin û sala nû ya berxwedanê pêşwazî dikin. Em ji niha de sala nû ya berxwedanê pîroz dikin.”
 
Rojnameger Kîbriye Evren a li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye di 16’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir. Kîbriyeyê di nameya ku şandî de nasnameya rojnamegeriya xwe û pêvajoya tê jiyîn nirxand.
 
Kîbriyeyê di nameya ku şandiye de ji ajansa me re wiha got:
 
“Di sedsala 21’ê de feraseta netew-dewletê, bi hemû rêbazên serdestiyê her cureyê alavên şîdetê bi kar tîne û hebûna xwe didomîne. Ji ber vê sedemê ye ku îro kesên muxalefetê dikin û berxwe didin tên girtin. Desthilatdarî ji bo xwe saxlem bike her cureyê şîdetê bi kar tîne, lê ev di zemîna rizyayê de teqez mahkumê têkçûnê ye. Ji ber dizanin ku em kesên di ferqa vê de ne, me digirin û dikin girtîgehan. Ez wek jinek rojnameger li virim.
 
Peywira rojnameger ne afirandina derewan e, ya rast ji derewan xilaskirine. Di vê riya aloz de rîsk girtine û parvekirina rastiyan bi civak û cîhanê re ye. Çavkaniya motîvasyona esasa girtina rîskê jî ji wijdan û ehlaq tê. Ez wek rojnamegerekê ji bo pîşeya xwe bi van rêbazan pêk bînim, îro girtî me.
 
‘Tecrîd sûc e, desthilatdarî jî vê dizanin’
 
Li girtîgeha ez niha lê me Leyla Guven bi dengekî bilind got tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ez bi jinên ku bedena xwe dane ber mirinê, li vir im. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Desthilatdariyên ku vî sûcî dikin jî dizanin ev sûc e. Taybetiya me ev e ku em di esasa nirx û rêbazên ku diparêzin de li dijî vî sûcî îradeya berxwedanê nîşan didin. Min wek rojnamegerekê ku şahidiya berxwedana Leylayê kiriye, dest bi grevê kiriye.
 
Şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, şikandina tecrîda li ser mîlyonan kesî ye. Nedîtina bandora Birêz Ocalan a li ser mîlyonan kesî, tê wateya nedîtina wijdan û edeleta di serî de ya gelê Kurd û gelan e. Daxwaza me ya sereke rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Em hemû kesî vexwendî dikin ku bar û berxwedana jinên Kurd ên bedena xwe dane ber mirinê, hildin. Bêdengî û li dijî mirinê temaşevan mayîn, bêguman wek tecrîdê sûcê mirovahiyê ye. 
 
Em bi gotina Gramsî ya ‘bibîranîn berxwedan e’ biryarbûna berxwedana xwe ya mafdar dubare dikin. Em hêviya ku sala nû bibe sala berxwedanê, bi berxwedanên grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger piştevaniya jinê xurt dikin û sala nû ya berxwedanê pêşwazî dikin. Em ji niha de sala nû ya berxwedanê pîroz dikin.”