‘Em dixwazin vegerin welatê xwe lê em ji ber şer nikarin vegerin’

  • 09:09 27 Kanûn 2018
  • Rojane
WAN - Jinên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji Kobanê , Reqa û Helebê koç bikin, bertek nîşanî êrîşên TSK’ê yên li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û bi lêv kirin ku ji ber şer nikarin vegerin welatê xwe.
 
Jinên ji Kobanê, Heleb û Reqayê ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirin, êrîşên ku hîna li hember axa wan berdewam dike bi fikar temaşe dikin. Di êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk yên dawî ya li hember Mexmur û Şengalê de yek jê zarok 7 kesî jiyana xwe ji dest da. Tirkiye niha li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî amadekariya şer dike û DYA’yê jî daxuyand ku wê leşkerên xwe ji wir bikşînin.
 
Selma Elahmed a ji Kobanê, Şemsa Elî ya ji Helebê û Fatma Elahalid ya ji Reqeyê ku li taxa Hacibekîr a Îpekyol a Wanê dijîn bertek nîşanî êrîş û polîtîkayên şer dan û diyar kirin ku ew êdî dixwazin vegerin welatê xwe.
 
‘Jinan pêşengiya parastina cewherî kirin’
 
Selma Elahmed destnîşan kir ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têkoşînek mezin hatiye dayîn û wiha got: “Pevçûn 10 deqe dûrê me dihat jiyîn. Bombe li malên me diket. Her sibeh em bi dengê bombeyan şiyar dibûn. Em neçar man ji Kobanê derkevin. Em bi şev saet di 01.00’ê de ji sînor derbas bûn. Wek me bi hezaran kes derbas bûn. Bi hezaran leşkerên li Pirsûsê piştgirî dan me. Piştre em li otobusan siwar bûn û hatin Rihayê. Me got em ê vegerin malên xwe. Em li wir bi parastina xwe ya cewherî jiyan. Bi taybet pêşengiya vê jinan kir. Wan gotin ji Kobanê derkevin. Em jî ji ber vê derketin. Ez şerê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bombekirina Mexmur û Şengalê şermezar dikim. Hêvîdar im ev şer demildest bi dawî bibe. Mafê kesî tune ye ku mafê jiyana me ji me bigire.”
 
‘Hevjîn û kurê min jiyana xwe ji dest dan’
 
Şemse Elî (55) ya ji Helebê koç kiriye jî wiha got: “Em 5 sal in li vir in. Di têkoşîna li hemberî terora DAIŞ’ê de kurê min û hevjînê min jiyana xwe ji dest dan. Kesî nedixwest axa xwe terk bike. Lê neçar man koç bikin. Dema em nû hatin em mehekê di mizgeftê de man. Piştre me xaniyekî wek bereqe dît, em lê bicih bûn. Zarokên biçûk hebûn. Nexweş ketin. Pir zehmet derbas dibe lê em neçar in li berxwe bidin. Em ji bo vî xanî 250 TL didin. Kurekî min ji ber emeliyet bûye nikare bixebite. Kurê min ê din kaxizan kom dike û difroşe. Em pir ji welatê xwe hez dikin, me pir bêrî kiriye. Lê em nikarin vegerin. Ji ber hîna şer heye. Em naxwazin li tu derê şer hebe.”
 
‘Divê dawî li şer bê’
 
Fatma Elhalîd (22) ku wan jî ji Reqayê koç kirine bi lêv kir ku wê jî birayê xwe û gelek xizmên xwe di şer de winda kirine û wiha got: “Her tiştên me hatin şewitandin. Mala me hat bombekirin. Ji ber şer em 5 sal berê bi du zarok, hevjîn û malbata hevjînê min re hatin vir. Bi kuştin, qetilkirin, şewitandinê mirov nagihêjin cihekî. Divê dawî li vî şerî bê.”