Karneya binpêkirina mafan a 2018’an: Rûyê tarî yê girtîgehan
- 09:07 27 Kanûn 2018
- Rojane
ENQERE - Li girtîgehan di tevahiya salê de binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rûyê tarî yê karneya binpêkirina mafan a Tirkiyeyê nîşan da.
Li Tirkiyeyê di demên dawî de binpêkirina mafan her ku çû zêde bû û di sala em li pey xwe dihêlin de jî gelek binpêkirin hatin jiyîn. Tevî îdiaya AKP’ê ya ‘ji îşkencê re sifir tolerans’ jî bûyerên şîdetê zêde bûn û li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn.
37 pitik di girtîgehê de ne
Li gorî daxuyaniya wezareta Dadê li girtîgehan 260 hezar girtî hene û ji van jî 10 hezar jin in. Hat tespîtkirin ku 743 jin bi pitikên xwe re li girtîgehê ne. 37 pitikên ku di navbera 0-6 mehî de di girtîgehê de ne. Li girtîgehan ku binpêkirina mafan her çû zêde bû Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) encama lêkolînên xwe bi rayagiştî re parve kir.
Hinek binpêkirinên li girtîgehan hatine jiyîn yên me komkirine wiha ne:
Dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin
Di meha çile de girtiya nexweşa çolyakê Merve Aydogan ya li girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê dimîne dema li girtîgeha Tarsuê diman nehat dermankirin û piştre nexweşiya wê pêş ket. Nazli Soglîn ya 10 sal e di girtîgehê de, bi gelek nexweşiyan ket û li gorî rapora wê, nexweşiyên wê yên ulser, xitimîna damarên mêjî, nerehetiya kapaxa dil, nexweşiya movikan û bîhndanê heye. Hat hînbûn ku Nazli seranserê salê nehatiye dermankirin. Li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin ket roja 69’an. 35 girtiyên ji 10’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirine, sirgûnî girtîgehên din hatin kirin. Bi sirgûnan re hinek girtiyên jin diyar kirin ku ji ber hinek mafên wan hatine dayîn dawî li greva xwe anîne. Li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ji bo girtiyên jin qedexeya hevdîtin û ragîhandinê anîn û hat hînbûn ku wê ev qedexe heta 11’ê Sibatê bidome.
Sirgûnan heta Sibatê berdewam kir
Di meha Sibatê de li hinek girtîgehan sirgûn hatin jiyîn. Yek ji van jî girtîgeha jinan a Tarsûsê bû û 17 girtî ji wê girtîgehê sirgûnê girtîgeha Qeyseriyê kirin. Piştre ji Muşê 11 girtiyên jin sirgûnê girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê kirin.
Li aliyê din 19 girtiyên jin yên siyasî li koxuşên tevli hev man û girtiyên ji doza FETO li cem wan bi cih kirin. Li girtîgeha pêkanîna kotayê ji nû ve hat destpêkirin û kota pirtûkan daxistin 7’an .
Cezayên dîsîplîn û sansurkirina nameyan
Di meha Adarê de jî binpêkirinan berdewam kir. Qada faliyeta sporê ya girtiyan hat astengkirin. Name hatin sansurkirin û dermankirina girtiyên nexweş nehat kirin. Li girtîgeha jinan a Tarsusê 3 girtiyên jin Saadet Akin, Evîn Şahîn û Gulîstan Tekîn sirgunî girtîgehên din hatin kirin. Li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ferzkirina jimartina leşkerî hat kirin. Hat îdiakirin ku cilên yek reng jî şandine girtîgehê. Dîsa hat îdiakirin ku li heman girtîgehê jinên girtî yên xwestin Newrozê pîroz bikin rastî êrîşa peywirdarên girtîgehê hatine.
Cezayên hucreyê berdewam kirin
Yek ji binpêkirina mafan ya girîng ferzkirina lêgerîna tazî bû. Di meha Nîsanê de girtiyan ji ber lêgerîna tazî red kirin, hatin derbkirin. Li girtiyekê ji ber tevlî bernameyekê bû 20 roj cezayê hucreyê hat dayîn. Li girtîgeha Mersîn-Tarsusê ya jinan ji bo 100 girtiyên jin yên li ser piyan jimartin qebûl nekirin, cezayê hucreyê hat birîn. Her wiha mafê ragîhandinê ya girtiyan hat astengkirin. Nameyên Kurdî nedan girtiyan.
Hejmara girtiyan zêde bû
Di meha Gulanê de li koxuşan pirsgirêk hatin jiyîn û girtî nehatin dermankirin. Di meha Hezîranê de binpêkirina mafan berdewam kir û hevdîtinên telefonê hatin astengkirin, radyoyên girtiyan hatin desteserkirin. Cezayê disîplînê dîsa hebûn.
Li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nekirin hat hîbûn ku 5 mehan derneketine hevdîtinê.Her wiha hat hînbûn ku girtî herî kêm 20 caran hatine derbkirin û hefteyek şûnde birine nexweşxanê û rapor negirtine.
Dîsa bi kuçikan ketin koxuşan û zirar dan alavên girtiyan.
Li girtiyên jin cezayên dîsîplînê
Di meha Tîrmehê de li girtîgeha Sîncanê ya Jinan pirsgirêka ava paqij hat jiyîn, ava germ jî bi ax bû. Cezayên dîsîplînê zêde bûn. Cezayên hevdîtina telefonê hatin dayîn. Li girîgeha Sîncanê dîsa der barê girtiya bi navê Saadest Akin de beyî ku delîl hebin 15 rojan cezayê hucreyê hat birîn. Dîsa li heman girtîgehê ji bo girtiya bi navê Saniye Taşkesen 7 roj cezayê hucreyê hat birîn. Dîsa 13 girtiyê jin bi lêv kirin ku bi rîngê çûyîna nexweşxanê zehmete û gotin rêveberiya girtîgehê şertên wa baş neke.
Daxwazên wan nehatin cihanîn
Di meha Tebaxê de jî pêkanînan bredewam kir. Cilên ku malbatan bi kargoyê dişandin hatin astengkirin. Daxwaza girtiyên xwestin bi Kurdî parastinê bikin jî nehat cih û der barê wan de cezayên dîsîplînê hat birîn. 17 girtiyên siyasî yên girtîgeha jinan a Tarsusê di 1’ê Tebaxê de surgunî Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê hatin kirin.
Di meha îlonê de jî heman pêkanînan berdewam kir. Dîsa girtiyên nexweş bi rîngê birin nexweşxanê. Cezayên dîsîplînê hatin birîn. Alavên girtiyan hatin desteserkirin, pirtûk û rojname nedan girtiyan. Ji ber kelepçeyan dermankirina girtiyên nexweş hatin astengkirin. Li girtîgeha Tîpa T ya Tarusê binpêkirinan berdewam kir.
Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî der barê girtiyên Koxuşa K-1 de bi hinceta govend gerandine û tilîlî kişandine lêpirsîna dîsîplînê dan destpêkirin.
Di meha cotmehê de jî binpêkirinan berdewam kir. Di serdegirtinên koxuşan de girtî hatin derbkirin. Li girtiyan cezayê dîsîplîn û hucreyê hatin birîn. Di meha mijdarê de jî heman pêkanînan berdewam kir û alavên girtiyan yên wekê radyo, maşîna kahweyê ya plastîk, çetel, meqesa biçûk hatin desteserkirin.
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 7’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir.
Di meha Kanûnê de jî girtiyên binpêkirina mafan protesto kirin, rastî 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hatin. Di vê mehê de du girtî dema birin nexweşxanê ji aliyê cendermeyan ve hatin derbkirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger kirin.