ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2018'AN
- 09:00 27 Kanûn 2018
- Rojev
*Piştî ku şaredariyên DBP’ê bi qeyûmên hatin tayînkirin hatin xespkirin şûnde pêkûtiyên wan bi dawî nabin. Li herêmê îcraata qeyyûm a yêkem hedefgitina destkeftiyên jian bû. Têkîldarî polîtikayên ku qeyyûm li herêmê dide meşandin ji Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Zeynep Kaya ku di heman demê de Hevseroka bajêr ya HDP'ê ye nirxandin kir.
BI DÎMEN
*Benazîr Buttoya ya li Pakîstanê du caran serokatî kir di navbera 1999-2007’an de li surgunê jiya. Ji bo tevlî hilbijartinan bibe vegeriya Pakîstanê û di 27’ê Kanûna 2007’an de li Ravalpîndî dema ji mîtînga hilbijartinê vediqetya di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest da.
*Li girtîgehan di tevahiya salê de binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rûyê tarî yê karneya binpêkirina mafan a Tirkiyeyê nîşan da.
* Jinên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji Kobanê , Reqa û Helebê koç bikin, bertek nîşanî êrîşên TSK’ê yên li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û bi lêv kirin ku ji ber şer nikarin vegerin welatê xwe.BI DÎMEN
*Rojnameger Kîbriye Evren ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, ji 16’ê Kanûnê de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger kiriye, di nameya ku şandiye de wiha got: “Em bi gotina Gramsî ya ‘bibîranîn berxwedan e’ biryarbûna berxwedana xwe ya mafdar dubare dikin. Em hêviya ku sala nû bibe sala berxwedanê, bi berxwedanên grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger piştevaniya jinê xurt dikin û sala nû ya berxwedanê pêşwazî dikin. Em ji niha de sala nû ya berxwedanê pîroz dikin.”
* Li gundekî Şemrex a Mêrdînê hat îdiakirin ku du mamosteyên jin ji aliyê keya H.T yê bi nêzîkatiya AKP’ê tê zanîn ve rastî tacîza zayendî hatine. Şahidan diyar kirin ku keya ji peywirê hatiye girtin, mamoste jî şandine dibistanên din.
*Seroka Desteya Jinê Roken Ehmed xebatên xwe yên sala 2018'an nirxand û got:"Ji bo tevahî sala 2018'an xebat û serîhildanên cuda pêk hatin. Yek jê vê serîhildanê ya Efrînê bûn. Me di nava xebatê xwe de serîhildana Efrînê jî derxist pêş û em herikîn Efrînê." BI DÎMEN