Li Wêranşarê jinek hat qetilkirin

  • 15:47 26 Kanûn 2018
  • Rojane
RIHA - Li Wêranşarê Mekiye Kaya ji aliyê hevjînê xwe Mesut Kaya ve hat kuştin. 
 
Li Taxa Bahçelîevler a navçeya Wêranşara Rihayê Mesut Kaya (35) bi hevjîna xwe Mekiye Kaya (38) re nîqaş kir û piştre wê bi kêrkirinê giran birîndar kir. Piştî bûyerê cîranan agahî da ekîbên tenduristiyê û hatin cihê bûyerê. Mekiye Kaya ya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê tevî hemû mudaxeleya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Mesut Kaya çû navenda polîsan û teslîm bû.