Pervîn Buldan: Doza Leyla Guven nîzîkatiya li Gelê Kurd e
- 14:51 26 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bertek nîşanî biryara berdewamiya girtina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera DHP'ê Leyla Guven da û got ku biryar nêzîkatiya li Gelê Kurd e.
Daneşîna 4'emîn a doza Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber daxuyanî û berteka li dijî êrîşên delweleta tirk ên li ser Efrînê jê re ji 25 salan heta 46 sal û nîvan ceza tê xwestin û girtî tê darizandin l9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de biryara berdewamiya girtina Leylayê hat dayîn û doza taloqî 25'ê çileya 2019'an hat kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a ku doza Leyla Guven Şopand li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da û got ku ev dozeke dîrokî ye.
'Daneşînek dîrokî ye'
Pervîn diyar kir ku wan ji daneşîneke dîrokî re şahidî kir û wiha berdewam kir: "Em dibêjin daneşîneke dîrokî ye ji ber ku tenê parlamentereke girtî heye û ew jî Leyla Guven e. Leyla ji bo pêşeroja gelê xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye. Sedema girtina Leylayê ji ber ku jin û parlamentera HDP'ê ye. "
'Biryar ji aliyê sê jinan ve hat dayîn'
Pervîn diyar kir ku heyeta dadgehê ji sê jinan pêk dihat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tişta balkê jî ew bû ku biryara derbarê Leylayê de ji aliyê heyta ku ji sê jinan pêk dihat hat dayîn. Ev biryara berdewamiya girtina Leylayê ji aliyê sê jinan ve hat dayîn. Ev biryar nêzîkatiya li Gelê Kurd e."
'Daxwaza Leylayê daxwaza me ye'
Pervînê herî dawî ev tişt got: "Mafê hevdîtina birêz Abdullah Ocalan ji destê wî hatiye gitin û divê ku demek berî demekê dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn. Daxwaza Leylayê daxwaza hemû gelên aştîxwaz e. Em jî ji vir vê daxwaza xwe ji AKP'ê re radigihînin. Em ji leyla guven re jî silavên xwe dişînin."