Beriya destpêkirina dozê xebatkarên tenduristiyê daxûyanî dan

  • 14:33 26 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de 14 xebatkarên tenduristiyê xwestibûn ji bo birîndaran korîdora tenduristiyê bê vekirin biçin Cizîrê. Beriya destpêkirina dozê xebatkarên tenduristiyê daxûyanî dan û anîn ziman ku “ev doz bêhiqûqî ye”.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de 14 xebatkarên tenduristiyê xwestibûn ji bo birîndaran korîdora tenduristiyê bê vekirin biçin Cizîrê. Der barê 14 xebatkaran de bi îdiayên “Endamên rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirin e” doz li wan hat vekirin. 2’yemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê îro dê bê dîtin. Beriya destpêkirina dozê Hevseroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fîıncanci, Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, endam û rêvebirên SES û odaya bijîjkan ên çar aliyê cihanê tevlî daxûyaniya ku li Parqa Karayollari hat dayîn bûn. Endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û parlementerên Mêrdînê piştgirî dan. Di daxûyaniyê de parkarta “Mafê tendûristiyê û berpirsyariya mafê me nikarin darizînin” hat vekirin.
 
Li ser navê saziyan Duyemîn Serokê TTB’ê Alî Çerkezoglu daxûyanî xwend. Alî, anî ziman ku berpirsyariya xebatkarên tendûristiyê li gor pêvajoyê nayê gûherandin û got ku xebatkarên tenduristiyê bi sonda ku xwarin bedena xwe teslîm kirine. Alî, axaftina xwe wiha domand: “Xizmeta tenduristiyê nikare bê rawestandin. Tenduristî mafê jiyanî ye, nikare bê astengkirin."
 
Piştre Endamê MYK a SES’ê Fîkret Çaglayan jî bi lêv kir ku xebatkarên tendûristiyê ji bo Cizîr jî ji mafê  tendûristiyê bêpar nemînin, berpisryariya xwe bi cih anîne û diyar kir ku divê ew neyên darizandin. Fîkret, da zanîn ku kesên wê rojê xebatkarên tenduristiyê asteng kirine divê bên darizandin û wiha dewam kir: “Li wir bi sedan mirov hatin kuştin. Divê ne yên ji bo tenduristiyê xebitînê, yên bûne sedema qetilkirina kesan bên darizandin."
 
Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû û heyet piştre ji bo dozê bişopînin derbasî Edliyeya Mêrdînê bûn. Niha ji bo doz dest pê bike li bendêne.