Jinên Minbicê: Em rê nadin dagirkeran
- 12:24 26 Kanûn 2018
- Rojane
Sîlva Birahîm
MINBIC - Jinên li Minbicê li dijî êrîş û gefên Erdogan diyar kirin ku ew ê heta dawî axa xwe biparêzin û gotin:"Em ê têbikoşin û rê nedin dagirkeran."
Derbarê êrîş û gefên Erdogan de jinên Minbicê anîn ziman ku ew ê tu hêz nikaribe wan ji nava axa wan derxin û wiha gotin:"Erdogan bi gef û êrîşên xwe îradeya hemû gelan a azad hedef digire. Em ê nehêlin Erdogan îradeya me têk bibe."
Jina ji pêkhateya Ereb a bi navê Fatêm Elhesenî got:"Berî ku Minbic ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin şûnde gel azad bû. Berê her kes ji aliyê DAÎŞ'ê dihatin qetilkirin. Niha aramî heye û Erdogan aramiya gelan hedef digire. Em naxwazin dewleta tirk bi hovîtiya xwe êrîş bike. Em naxwazin dîsa koçberî û qetilkirin pêk were. Mafê Dewleta Tirk tune ye ku Minbicê dagir bike. Ez hovîtiya dewleta tirk û bêdengiya cîhanê şermezar dikim."
'Kes nikare îradeya me têk bibe'
Jina Kurd a bi navê Hemîde Brahîm wiha xivî:"Em û zarokên xwe bi hev re têdikoşin. Em qomploya ku tê xwestin li ser me çê bibe qebûl nakin. Em baweriya xwe bi îradeya xwe tînin. Kes nikare îradeya me têk bibe. Em ê têbikoşin û rê nedin dagirkeran. Erdogan bi gef û êrîşên xwe îradeya hemû gelan a azad hedef digire. Em ê nehêlin Erdogan îradeya me têk bibe."
'Em ê li dijî dagirkeran axa xwe biparêzin'
Jina ji pêkhateyên Turkmen a bi navê Xecewe Hemo ji wiha axivî û got: "Li Minbicê hemi pêkhate bi awayekî hevbeş bi hev re dijîn bi rihê yekitiya gelan jiyan derbas dibe. Dema ku DAÎŞ di Minbicê de bû Erdogan dengê xwe nedikir. Niha aramî û wekhevî li vir heye û Erdogan gef û êrîşan dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em dewleta tirk qebûl nakin. Em ê li dijî dagirkeran axa xwe biparêzin."