Li Girtîgeha Sîncanê 3 jinên din dest bi greva birçîbûnê kirin
- 11:51 26 Kanûn 2018
- Rojane
ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 3 jinan li dijî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê daroveger kir.
Çalakiya Greva birçîbûnê Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 49'emîn de berdewam dike. Piştî ku Leyla Guven çalakî da destpêkriin li gelek girtîghan bi heman daxwazê çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 3 jinên girtî, diyar kirin ku wan li dijî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirine.
Jinên bi navê Suheyla Taş, Zehra Ustabaş û Salîha Taşkesn ku dest bi greva birçîbûnê kirin diyar kirin ku heta tecrîd bê rakirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Greva birçîbûnê ya girtîyên PKK'yî û PAJK'ê ku di 27'ê Mijdarê de dan destpêkirin ya ji bo 10 rojan dan destpêkriin di roja 30 'emîn de berdewam dike.