Li Girtîgeha Burhaniyeyê jinên girtî di greva birçîbûnê de ne
- 11:21 26 Kanûn 2018
- Rojane
BALIKESÎR - Fîgen Şahîn a li Girtîgeha Burhaniyê ya Tîpa T girtî ye ragihand ku wan bi 3 jinan re dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger kriine.
Fîgen şahîn a ku bi îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T ya Burhaniyeya Balikesîrê ket rojevê ragihand ku ew bi Emîne Kiliç, Gulîstan Tekîn û Çîgdem Şakra re 6 roj in dest bi gereva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirin. Girtiyan diyar kir ku ew daxwaza Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêbêberê PKK'ê Abdullah Oclan bê rakirin 49 roj e di grevê de ye wekî daxwaza xwe dibînin.
Fîgen a ku bi riya xuşka xwe Nirgul Turhal re bi axaftina di telefonê de kir çalakiya xwe ragihand, di peyama ku şand de diyar kir ku heta ew encamê bigirin wê çalakiya xwe bidomînin. Nîrgul Tuhal berdewamiya peyamê wiha vegot: "Rewşa me û ya hevalan baş e. Berxwedana li girtîgehan hatiye destpêkirin moralê me bilind dike. Em jî ji ber ku di nav vê berxwedanê de ne gelek kêfxweş in. Sala bê wê ji bo me bibe sala berxwedanê. Em çalakiya Leyla Guven çalakiya me ye."