Li Licê dîsa qedexeya derketina derve hat îlankirin

  • 11:13 26 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Li 7 gund û taxên navçeya Lice ya Amedê piştî rojekê qedexeya derve hat rakirin, dîsa derketina derve qedexe kirin. 
 
Li gundên Çemê Elika û Xeraba û gundikên Miaran Komu, Kilaraş Komu, Şakan, Ayaz û  Akçapinarê di 23'ê Kanûnê de qedexeya derve hatibû îlankirin. Qedexe di şeva 24'ê Kanûnê saet di 24.00'an de rakirin. Piştî rojekê qedexe karikirin, dîsa li heman herêmê qedexe îlan kirin. Walitiya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku li heman tax û gundağn saet di 06.00'an de dîsa qedexeya derketina kolanan îlan kirine. 
 
Di qedexeya berê de eskeran bi ser gundan de girtibû û 3 kes binçav kiribûn.