Daxwaza hevdîtina 775’emîn jî hat redkirin

  • 11:12 26 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 775’emîn red kir. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Serbay Koklu û Raziye Turgut bi boneya miwekîlê xwe re hevdîtin bikin duh serî li Serdogeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdanê nirxand û cara 775’emîn daxwaza hevdîtina parêzeran red kir. Serdozgeriyê bi hêceta “sînorkirina anîne ser girtiyan” daxwazê red kir.