Hevserokên HDP'ê: Wê hesabê Roboskê nemîne mahşerê

  • 11:12 26 Kanûn 2018
  • Rojane
ENQERE -Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo salvegera 7'emîn a Komkujiya Roboskê nameyek ji nûnerê gelê Roboskê û wekîlê HDP'ê yê rehîn Ferhat Encu re şandin. Di nameyê de kesên ku di Komkujiya Roboskê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn, hate gotin ku ew soz didin mabatan ku wê hesabê Roboskê nemîne mahşerê.
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo salvegera 7'emîn a Komkujiya Roboskê nameyek ji nûnerê gelê Roboskê û wekîlê HDP'ê yê rehîn Ferhat Encu re şandin. Di nameyê de hate gotin, hişmendiya ku ji bo komkujiyên berê yên komarê re gotî, ''divêtiyeke dîrokî'' ji bo komkujiya Roboskê, ''çarenîn'' gotiye û ev komkujiya ku ji hêla rêveberên Tirkiyê û kiryarên komkujiyê ve hatî kirin, piştî komkujiya Kurdan malavayî li hev kirine û diyarî dane hev.
 
'Kurdbûn bi serê xwe sûc tê dîtin'
 
Di berdewamiya nameyê hate gotin ku kurd ji bo ji hêla dewletê ve werin qirkirin pêdivî tune ye ku kurd tu sûcî bikin, tenê kurdbûna wan bes e û ev tişt hat gotin, ''Piştî Roboskê kurdan careke din ditin ku kurd nikarin dev ji azadiya xwe û wekheviyê berdin. Dewletek çima tenê bombeyan, tenê çekan, tenê zext û îşkencê û hejariyê dibe herêmên Kurdan? Çima tenê û tim mirinê layiqî Kurdistanê dibîne?''
 
'Komkujî ne qeza ye'
 
Hevserokan di nameyê de diyar kirin  ku wê nikaribin Komkujiya Roboskê bi 'qezayekê' bi nav bikin û li ser refên tozgirtî deynin û gotin, ''Têkoşîna me ya heqî û azadiyê, têkoşîna me ya jiyana bi riûmet û aştiyê bi teqezî rojekê wê heqîqetan ronî bike. Her çi jî bikin, wê nikaribin ser vî sûcê ku li dijî mirovahiyê kirine binuxumînin.''
 
Di nameyê de ya ji bo wekîlê rehîn ê HDP'ê Ferhat Encu hate gotin ev bû, ''Em Hevserokên HDP'ê, soz didine te, malbatên bi kul û kovan ên Roboskê û hemû gelê xwe; ev hesab wê nemîne mehşerê. Em,barê giran ê hemû berdêlan li milê xwe dikin, êşê par ve dikin, hêrsa xwe dikin têkoşîna hevpar û dibêjin: Ya sereke azadî ye, wekhevî ye, aştî ye!
Bi şandeyeke ku di partiya xwe de me ji bo vê dozê ava kiriye  em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Heta ku em berpirsên Roboskê bînin ber dadgehê bi hemû hêza xwe em ê têkoşînê bidin. Roboskê ji bo her kesî azmûna wijdan û mirovahiyê ye. Em bang li wan kesên ku naxwazin pêşeroja Tirkiyê radestî faşîzmê bikin xwedî li bîranîna 34 kesan derkevin.''