Li girtîgeha Bayburtê xêzkirina wêneyan sûcê rêxistinê ye!
- 09:07 26 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Leyla Saraç li girtîgeha Bayburtê girtiye û wêneyên xêz kir wek ‘sûcê rêxistinê’ hat dîtin wiha got: “Gelek zext hene. Her tim ceza li me tên birîn. Xêzkirina wêneyan sûc tê dîtin.”
Li girtîgehan binpêkirinên mafan û zextên li hember girtiyan roj bi roj zêde dibin û bi taybet di sala dawî de binpêkirin derketin asta herî jor.
Li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ku her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê, zextên li ser girtiyan bi dawî nabin. Leyla Saraç bi hevkariya parêzerê xwe tiştên jiya vegot. Leylayê bi lêv kir ku demek dirêj e nameyên wan nayên şandin û wiha got: “Nameyên ez dişînim ji malbat û hevalên xwe re ji komîsyona xwendinê vedigerin. Hincet jî wêneyên ku min xêz kirine û xistine zerfê, nîşan didin. Xêzkirina wêneyan sûc tê hesibandin. Pirtûkên Kurdî nadin me.”
‘Dixwazin me bêzar bikin’
Leylayê desnîşan kir ku wan nabin revîr û nexweşxaneyê û dema dibin jî gelek pirsgirêk tên jiyîn û wiha got: “Di hevdîtinan de malbat rastî lêgerînan tên. Li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Hevalên me yên di grevê de hene. Divê dew vexwin. Lê ne mast, ne dew didin. Berê didan lê piştî grevê nadin. Dixwazin me bêzar bikin. Bi mehane nameyên min nadin malbata min. Ez ê derbarê rewşê de serî li ÎHD’ê bidim.”