'Tecrîd divê bê dawîkirin'

  • 09:23 3 Kanûn 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Parêzer Rewşen Heçim  ku endama dîwana Edelatê ya berdevka Dadgeha Giştî ya Kantona Kobanê ye di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan de got:"Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bêtehemuluya li dijî demokrasî û aştiyê ye. Tecrîd divê bê dawîkirin."
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, ji 2'ê Nîsana 2015'an bi heyeta Îmraliyê re ji 11'ê îlona 2016'an jî bi malbatê re nikare hevdîtinê bike. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê li dozgeriya komarê ya Bursayê tê kirin jî bi hincetên cuda tên redkirin. Têkildarî mijarê de Parêzer Rewşen Heçim  ku endama dîwana Edelatê ya berdevka Dadgeha Giştî ya Kantona Kobanê ye wiha got:"Ev pêkanîna tecrîdkirinê ne li gor zagonên navneteweyî ye. Ji bo ku ev bêadaletiya bi dawî bibe divê hemû kesên ku dibêjin em demokrat û aştîxwazin li dijî vê yekê derkevin."
 
'Heta ev bêhiqûqiya bi dawî nebe dê aştî pêk neyê'
 
Rewşenê bi lêv kir ku tecrîd li dijî parastina mafên mirovatiyê ye û wiha got:"Dewleta tirk tu zagonan nas nake. Ev 20 sal in ku Rêber Apo yê ku îradeyan bi milyonan temsîl dike bi bin şerdên giran de dijî. Divê hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ku dibêjin em ji bo aştî û azadiyê xizmet dikin li dijî tecrîdê bisekinin. Hiqûqnasên navneteweyî yên ku dibêjin em ji bo aştî û demokrasiyê li berxwe didin rewşa Rêber Apo bişopînin. Heta ev bêhiqûqiya bi dawî nebe dê aştî pêk neyê."
 
'Rêber Apo xwedî fikrên azad in'
 
Rewşenê da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her dem ji bo azadî û aştiyê li berxwe daye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bêtehemuluya li dijî demokrasî û aştiyê ye. Tecrîd divê bê dawîkirin. Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe naxwaze ku fikir û felsefeya Rêber Apo belav bibe. Rêber Apo xwedî fikrên azad in. Dixwaze di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bike. Ev pêkanîna tecrîdkirinê ne li gor zagonên navneteweyî ye. Ji bo ku ev bêadaletiya bi dawî bibe divê hemû kesên ku dibêjin em demokrat û aştîxwazin li dijî vê yekê derkevin. Em ê her dem di milê hiqûqî û di her milên wekî din de dengê xwe bilind bikin û ji bo tecrîd bi dawî bibe têkoşîna xwe bidomînin."