10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin

  • 09:14 3 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Polîsan di serdegirtina avahiya Rêxistina HDP’a Mêrsînê de ji çalakgerên piştgiriyê didan çalakiya Leyla Guven 10 kes binçav kirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 25 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Bi boneya piştgiriya çalakiya Guven, endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê îro li avahiya xwe ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Polîsan bi ser avahiyê de girt û hin çalakgeran binçav kir. Dorpêça li derdora avahiya HDP’ê jî dewam dike. 
 
Piştî serdegirtinê Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogullari, Ridvan Turan, Kemal Pekoz, Hevseroka Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û parêzer hatin avahiya HDP’ê. 
 
Lêgerîna polîsan bi dawî bû û ji çalakgeran 10 kes binçav kirin. 
 
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevseroka HDP’a Mêrsînê Zuhal Onen, Alî Alper, Gulê Kaya, Mehmet Aykut, Zahîde Yavuz, Abdulbakî Akkoyun, Alî Bîlen, Diyar Turgut, Bahattîn İlet û Dogan Atay.