Komeleya Jinan a Rosa tê vekirin

  • 09:06 3 Kanûn 2018
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Adalet Kaya armanc û pêvajoya avakirina Komeleya Jinan a Rosa ku wê bi pêşengiya jinan bê vekirin vegot: “Hewcedariya jinan bi saziyek ku dikarin serî lê bidin heye. Jin xwedî hêza ku êrîşên li hember wan beralî bike ne. Em dikarin vê bi rêxistinbûnê çareser bikin.”
 
Piştî OHAL’ê bi KHK’yên hatin derxistin, ji aliyê qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê bûn gelek saziyên jinan hatin girtin û xebatên wan hatin rawestandin.
 
Niha li Amedê bi armanca pêşî li îstîsmara zarokan û şîdeta li ser jinan bê girtin Komeleya Jinan a Roza tê vekirin. Yek ji damezrînera komeleyê Adalet Kaya armanca vekirin û pêvajoya komeleyê vegot.
 
‘Gelek sazî hatin girtin’
 
Adaletê bi lêv kir ku hem şîdeta desthilatdariyê hem jî şîdeta OHAL’ê afirandiye heye û wiha got: “Hewldana rewakirina van polîtîkayan heye. Vê di civakê de şîdetek mezin derxist holê. Qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin. Gelek saziyên jinan hatin girtin. Êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Çapemenî alava herî mezin a şîdetê rewa dike ye. Alava duyem a alîkariyê dide desthilatdariyê jî daraz e.”
 
‘Tecawiz û şîdet zêde bûne’
 
Adaletê destnîşan kir ku wê di demek kurt de Komeleya Jinan a Rosa vebikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di civakê de hewcedarî bi komeleyên wisa hene. Li cihekî ku jin xurt bibe civak jî baş dibe. Ji ber vê yên herî zêde zextê dibînin jin in. Ji ber naxwazin civak baş bibe. Em ji vê re jî dibêjin şîdeta siyasî. Li welat bûyerên îstîsmara zarokan, tecawiz û şîdetê pir zêde bûne. Ji ber vê me xwest em saziyek sivîl ava bikin. Me li ser vê daxwazê biryara avakirina komeleyê da. Em li komeleyê 7 kes in. Me bi 7 jinan re ava kir. Em ê ji bo hemû jinên cîhanê xebatan bimeşînin. Nav wê Komeleya Jinan a Rosa be.”