‘Daxwaza Leyla Guven hêviya aştiyê ya gelan e’
- 09:04 3 Kanûn 2018
- Rojane
ÎZMîR - Hevseroka DBP’a Îzmîrê Melîs Akgul diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got: "Greva ku Leylayê daye destpêkirin daxwaza azadiya hemû gelan e. Ev daxwaz hêviya aştiyê ya hemû gelan e."
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye di rûniştina xwe ya 7’ê Mijdarê de ku li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin şûnde di 8’ê Mijdarê de diyar kir ku wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger kiriye û armanca greva wê jî protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
Hevseroka DBP’a Îzmîrê Melîs Akgul, piştgiriya ji bo greva Leylayê ya ketiye roja 26’emîn anî ziman û got tecrîd parçeyek polîtîkaya şer û şîdeta dewlet-mêr ya li jinan tê ferzkirinê ye.
Melîsê bi lêv kir ku destpêkirina muzakereyên bi Abdullah Ocalan re wê ji hemû gelan re bi fêde be û tecrîd ne tenê ji bo gelê Kurd, zirarê dide hemû Rojhilata Navîn û Cîhanê. Melîsê wiha berdewam kir: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji îmha û înkara li ser gelê Kurd cuda nayê fikirîn. Pergal ewil li ser Îmaraliyê piştre jî li ser hemû gelan xwe heyî dike.”
‘Desthilatdariyê mase qulipand’
Melîsê di dawiya axaftina xwe de pêvajoya çareseriyê ya bi heyeta îmraliyê re hatibû destpêkirin bi bîr xist û bi lêv kir ku tevî hemû israrên gelan û Abdullah Ocalan desthilatdariyê maseya muzakerê qulipandiye. Melîsê balkişand ser greva Leylayê jî û destnîşan kir ku greva wê li dijî tecrîdê pêk hatiye û ev daxwaz divê li hemû gelan bê belavkirin, ji Îzmîr, Stenbol û Amedê deng bidin dengê Leylayê.