'Rojên hêrandina genim mîna cejnan tên jiyîn'
- 09:02 3 Kanûn 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Ji berê û heta niha jinên kurd bi genimê di cuhnî de dikutin dikin dahn û bi destêr dihêrin çanda xwe ya kevnar heta roja îro anîne.
Jinên kurd çanda xweya kevnar û xwezayî bi genim nîsk, birinc û savara ku di cuhnî de dikutin û bi destêr dihêrin heta roja îro anîne. Jinên kurd bi taybetî jî genimê ku di cuhnî de dikutin û bi destêr dihêrin di nava her xwarinekê de bi kar tînin û ji vî genimê ku dikin dahn bixwe jî xwarinê çêdikin. Jinên kurd ên li colemêrgê ku heta roja îro vê çandê diparêzin dibêjin ku ew destûr nadin çanda wan di bin siya tenolojiyê de bimîne û wê heta dawiyê biparêzin.
'Rojên hîrandinê wekî rojên cejnê pêşwazî dikin'
Ji jinan Nerîman Keskîn anî ziman ku ew ê tu car destûr nedin ku çanda wan a bi hezaran sal wenda bibe û wiha axivi;” Ji berê de heya niha em bi cûnî genime xwe dikutin û bi destêr dihêrin. Ne tenê genim di heman demê de birinc,savar, nîsk û kunciyan jî em bi alîkariya cûnî dihêrin. Cuhnî û destar hêz û efrîneriya jinên kurd e. Ji berê de li gundan rojên hêrandinê hebûn. Jinan di wê rojê de xwe dixemilandin kiras û fîstanên xwe li xwe dikirin û diçûn ser cuhniyan genimê ku dikutan bi destar dihêran. Jinên ku diçûn kutana genim hem dihatin gel hev, bi hev re dibûn alîkar û hem jî bi hev re li gel klamên ku digotin kêfxweş dibûn û êvarê dihatin malê. Ew roj mîna cejnan dihate jiyîn. Bi rastî ew roj xwedî wate bûn. Niha jî em bi wî awayî rojên genim hêrandinê li dar dixîn. Divê em van rojan bidîn jiyankirin û bikîn perçeyeke jiyanê.”
‘Çanda kurd keda mezin hatiye afirandin’
Nerîmanê bi lêv kir ku divê jin tu car çanda xwe nedin jibîrkirin û axaftina xwe wiha bi dom kir;” Em biçîn ku dera divê em her tim li pey çanda xwe bîn. Di Mezopotamyayê de gelê kurd xwedî çandeke dewlemende. Di demên berê de jiyan pir zehmet bû. Lê li dijî zehmetiyan afirineriya kurdan ketiye pêşiyê û tiştên zehmet hêsan kirine. Çanda kurd bi keda mezin hatiye afirandin. Em gava ku vî genimi dihêrin, piştre em di nav xwarinên herî xweş de bi kar tînîn. Mirov dikare di nav her xwarinekê de bi kar bîne. Em biçîn ku dera dinê em ê vê çanda xwe ya pîroz ji bîr nekîn. Em ê destûr nedîn ku çanda me têk biçe. ”
‘Divê em çanda xwe ji bin siya teknolojiyê derxînin’
Asya Ozcan jî bal kişand ser çanda cuhnî û got ku divê jin destûr nedin ku teknolojî bikeve pêşiya çanda hezar salan û wiha got:” Em ji dayîkên xwe hînî vê çandê bûn. Niha jî bêgûman di mala her kurdek de cuhnî û destar heye. Jinan li hemberî zehmetiyan bi kedê çand hûnandi ne. Ev jî bi keda mezin pêk hatiye. Niha jî li dijî hemû amûrên teknolojiyê dîsa em bi bikaranîna cuhnî çanda xwe ya kevnare didomînîn. Bi pêşketina teknolojiyê çanda cuhanê divê têk neçe. Ger ku me ev çand ji bîr kir em ê keda ku bi salane hatiya dayîn binpê bikîn. Çanda me hebûna me ye,divê em biparêzin û lê xwedî derbikevîn.”