ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 3 Kanûn 2018
  • Rojev
* 82 karkerên di Grîpîn Îlaç A.Ş de dixebitin û nîvê wê jin in, ji ber di hinek mijaran de bi xwediyê şîrketê re li hev nekirine, li ber fabrîqê di grevê de ne. Di fabrîka 23 salan de karker cara yekem dikevin grevê û diyar dikin ku ew mafên xwe dixwazin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka DBP’a Îzmîrê Melîs Akgul diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got: "Greva ku Leylayê daye destpêkirin daxwaza azadiya hemû gelan e. Ev daxwaz hêviya aştiyê ya hemû gelan e."DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê C.D. di temenê biçûk de hat zewicandin û di ducaniyê de qet nebirin nexweşxanê, zaroka wê astengdar hat dinê. Ji ber astengiyên malbat û hevjînê wê, zarokê ji bo dermankirinê dereng ma. C. wiha got: “Destur nedan ez keça xwe derman bikim. Ji ber wan keça min rehet nebû.”
 
* Meryem Tula ya ji aliyê mêrê ku pêre zewicandî re rastî şîdeta zayendî û fîzîkî ya zayendî hat, 6 mehe bersiv ji bo daxwaza parastina wê nayê dayîn. Merve ya cara 3’emîn derket pêşberî dadger, diyar kir ku hikûmet û dadger mirina jinan piştgûh dike.
 
*Ji berê û heta niha jinên kurd bi genimê di cuhnî de dikutin dikin dahn û bi destêr dihêrin çanda xwe ya kevnar heta roja îro anîne. DÎMEN HEYE
 
*Adalet Kaya armanc û pêvajoya avakirina Komeleya Jinan a Rosa ku wê bi pêşengiya jinan bê vekirin vegot: “Hewcedariya jinan bi saziyek ku dikarin serî lê bidin heye. Jin xwedî hêza ku êrîşên li hember wan beralî bike ne. Em dikarin vê bi rêxistinbûnê çareser bikin.” BI DÎMEN
 
*Ji bo destnedana 21 parlamentera rabe fezleke hatin amadekirin û ji van fezlekeyan 9 heb aydê parlamentera HDP’ê Feleknas Uca ye. Feleknasê diyar kir ku her axaftina wê wekî fezleke lê vegeryaye û wiha got: "Jin bêdeng namînin, serî natewînin, têdikoşin. Çi dikin bila bikin, şert çi dibe bila bibe em ê êşa gel her tim parve bikin."DÎMEN HEYE