Roja yekemîn a Komcivîna li ser Efrînê bi niqaşên kur bi dawî bû
- 18:14 2 Kanûn 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya li Efrînê, li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo ku îro hat destpêkirin û wê 3 rojan berdewam bike roja wê ya yekemîn bi dawî bû.
Komcivîna Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya li Efrînê, li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo ku îro hat destpêkirin û wê 3 rojan berdewam bike roja xwe ya yekemîn bi pêşengehek wêneyên belgekirina kriyarên li Efîrnê bi dawî kir.
Komcivîna ku îro bi sedan nûnerên dewletên Ewropa û Rojheleta Navîn û Kurdistanê beşdar bûn, di roja yekmîn de du mase hebûn, lê ji ber nerîn û mudaxele pir bû, tenê maseyek hat nîqaşkirin û maseya duyemîn dê sibe were nîqaşkirin.
Komcivîn bi pêşangehek ji wêneyan ku kriyarên dewleta tirk li Efrînê dide nîşandan roja wê ya yekê bi dawî bû.
Komcivîn dê sibe bi çar masayên nîqaşan dê bidome.