Fereh Sabir: Herkes helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nas dike
- 18:04 2 Kanûn 2018
- Rojane
Civîn Husên - Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Doktora ku li Zanîngeha Bexdayê Akademisiyen e Fereh Sabir ku ji Başûr tevlî Komcivîna di pêşengiya Navenda Lêkolînên Stratejîk de ji bo Efîrnê hat lidarxistin bûye nîqşên roja yekmîn di komxebatê de nirxanidin.
Doktora ku li Zanîngeha Bexdayê Akademisiyen e Fereh Sabir ku ji Başûr tevlî Komcivîna di pêşengiya Navenda Lêkolînên Stratejîk de ji bo Efîrnê hat lidarxistin bûye nîqşên roja yekmîn di komxebatê de nirxanidin û got:" êrîşên Tirkiyê li ser kurdan û hewldanên imhakirina çand û şaristaniya wan li ber çavê cîhanê ye û nirxandinên di komcivînê dê çareseriyê pêk bînin."
Fereh wiha got:" Ev hevdîtin bi taybet ji bo balkişandina li ser rewşa Efrînê û doz wê, dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê ye. Di komcivînê de derbarê dagirkirina Efrînê de hem di warê dagirkirin, tevî berxwedana bê hampe ya şervanan, li ser aliyê siyasî, leşkerî, aramî, şerestanî, çandî û bûyerên ku li wir pêkhatin, pelge kirina kriyarên ku li Efrînê pêkhatin, û nirxandina kesên hazir ji bo komcivînê gelek girîng bû."
Ferehê wiha domand:" Di lêkolîna xwe de min herî zêde balkişand ser pêjavo û êrîşên dewleta tirk li ser axa Sûriyayê, ji ber îro qada Sûriyayê ji bo hemû dewletan bûye lîstika berjewendiyê. "
'Armanc ku hêza çareseriyê derkeve pêş'
Fereh anî ziman ku di nîqaşên komcivînê de armanc û kriyarên dewleta tirk li ser Sûriyê hatin pêşxistin, rastiya êrîşên dewleta tirk di lîkolîna tevahî lîkongerên amade ji Ewropa, ereb, kurd de hat cihgirtin. Roja yekmîn a komcivînê çalak derbas dibe, gelek nerîn û nirxandin hatin kirin. Hinek ji wan wek hev in û hinek nerîn jî ne wekî hev in. Lê di dawiyê de armanc ew e ku hêza çareseriyê di komcivînê de derkevê pêş. Di mudaxele û nîqaşan de kriyarên li Efîrnê û hewldanên guhertina demografîk li ser axa wê, çand û şarestaniya gelê wê derket pêş."
'Dewleta tirk hejmar kurdan kêm nîşan dide'
Ferahê diyar kir ku dewleta tirk di agahiyên ku dide çapemeniyê de dibêje ku li Efrînê kurd gelek kêm in û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk rastiyê nabêje. Herî zêde kurd li efrînê hene. Tiştê ku di komcivînê de em dixwazin ku piştî dagirkirina Efrînê em êdî çawa bikin û çareseriyekê derxin holê. Belgekirina van êrîşan û kriyaran û rakiragihandina wan ji caka navneteweyî re wê ji bo Efrînê çareseriyekê bîne."