Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê piştgirî da çalakiya Leyla Guven
- 16:06 2 Kanûn 2018
- Rojane
MERSİN - Li Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo piştevaniya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Piştgiriya ji bo çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem dabû destpêkirin, her ku diçe berbelav dibe. Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Mêrsînê jî ji bo piştgiriya Guven çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin. Çalakî li avahiya HDP’a Mêrsînê pêk tê û 15 HDP’yî beşdar bûn.
Çalakgeran pêşmalka bi nivîsa “Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd rabe” li xwe kirin û dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û Bijî Serok Apo” berz kirin.
Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Nusrettîn Maçîn û gelek kes beşdarî daxuyaniya destpêkirina çalakiyê bûn.
Hevseroka HDP’a Mêrsînê Mustafa Işik daxuyanî da û diyar kir ku ji ber di heman demê de daxwaza Guven daxwaza wan e jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û got: “Starta hemû êrîş û şer bi tecrîdkirina Birêz Ocalan dest pê kir. Şer ne tiştekî neçarî ye. Dewlet viya tercîh dike. Divê hikumet demildest dawî li şer bîne. Em dixwazin demildest dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan bînin.”
Piştî daxuyaniya hat dayîn çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kir.