Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
- 12:15 2 Kanûn 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî ya li ser ' Paqijkirina Nijadî û guhertina demgrafîk ya li Efîrnê" dest pê kir.
Îro li salona Peyîlsan a navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê bi pêşngtiya Navnenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk bi tevlibûn bi tevlîbûna bi sedan siyasetemdarên herêmî û navnetewî ji Ewropayê û Rojhelata Navîn, Bakur, Başûrê Kurdistanê û gsaziyên sivîl komcivîna navnetewî ya li ser' Paqijkirina Nijadî û guhertina Demokrafîk ya Li Efîrnê' dest pê kir.
Ev komcivîn dê sê rojan dewam bike, di roja yekmîn de bi ' du mase', di roja duymîn de' bi sê mase' û di roja sêyemîn de bi 'yek maseyê' wê niqaş bên berdewamkirin.
Bernameya roja yekmîn ya komxebatê ku bi merasîma ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin wiha ye: Axaftina vekirina komcivînê, xwendina rapora navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ya der barê binpêkirina mafan ên dewleta tirk li Efîrnê girêdayî paqijkirina nijadî û guhertina demografîk, pêşkêşkirina sinviîziyonê ye.
Piştî axavina destpêkê û bixêr hatina kesên amade, dayîkek ku mînaka êrîşên dewleta tirk li Efîrê ku ji linkê xwe birîndar bûye çîroka xwe parve kir. Her wiha gelek jin û zarokên ji gelê Efrînê çîrokênû dîmenên bi çavê xwe dîtine anîn ziman û gotin: Efîrnê ya me ye em ê tû car dest jê bernedin."
Her wiha gelek kesî jî xwestin bi nameyan û bi riya telefonê tevli komcivînê bibin.
Komcivîn berdewam dike ....