Walîtiya Amedê li 37 gund û gundikan qedexe îlan kir

  • 11:38 2 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Walitiya Amedê li 37 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina kolanan îlan kir. 
 
Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li 37 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê ji ber operasyonên eskerî qedexeya derektina derve û kolanan îlan kiriye. Walitiyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku ji saet 06.00'ê îro û şûnde heta fermana duyemîn qedexeya derketina kolanan îlan kiriye.