Konferansa Jinan: Bi rêxistinkirina jinê wê tecrît bê şikandin
- 11:35 2 Kanûn 2018
- Rojane
Bêrîtan Elyakut
AMED - Di pêşengiya TJA û Melisa Jinan a HDP'ê de konferans hat lidarxistin û di koferansê de biryarên girîng hatin girtin. Jinan di konferansê de diyar kirin ku ew li çalakiyên ji bo Abdullah Oclan tên kirin xwedî dertên û bi rêxistin bûnê tecrîda ku di kesayeta Abdullah Ocalan de li ser jinan tê meşandin wê bê şikandin.
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi dirûşma "Rêxistinbûna me azadiya me ye" bi tevlibûna nêzî 500 jinan konferans li dar xistin. Konferans bi gerandina govendê ji aliyê jinan ve û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" hat destpêkirin. Rojeva konferansê rêxistinbûna jinê, tecrîda li ser Abdullah Oclan, hilbijartinên herêmî bû. Herwiha jian li ser mêmasiyên di warê rêxistinbûnê de û çareseriya wan jî niqaş kirin. Rojeveke din a girîng ya jinan jî çalakiya Leyla Guven a gireva birçîbûnê ku di girtîgehê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan daye destpêkriin bû.
Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû jinan e
Piştî axaftinên destpêka konferanêsê sînevîzyona axaftina Leyla Guven ya di dadgehê de ku di 7'ê Mijdarê de ragihandibû dest bi gereva birçîbûnê kiriye hat pêşandan. Sînevîzyon hem bû sedema demên hestiyar û hem jî daxwaza jinan a berxwedanê xurtir kir. Piştî sînevîzyona ku jinan ji bo wê bi deqeyan li ser piyan li çepikan da, her jina ku mafê axaftinê girt, bi silavkirina çalakiya Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir. Di axaftinên hatin kirin de jî hat diyarkirin ku daxwaza Leylayê daxwaza hemû jinan e û hat xwestin ku divê jin li gorî vê daxwazê tevbigerin.
'Ji bo şikandina tecrîdê em dereng man'
Di axaftinan de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Abdullah Oclan li ser hemû gelan tê meşandin û hat gotin ku azadiya jinê ji bo Abdullah Oclan çiqas girîng e ji bo îktîdarê jî ewqs bi xof e. Jinan di warê şikandina tecîrdê de jî rexnedayîna xwe dan û gotin ku ew ji bo şikandina tecrîdê dereng mane û ji îro û şûnde ew ê di vî warî de têkoşîna xwe bi hêztir bikin. Mijara herî balkêş a konferansê mijara ku herî zêde jin tînin ziman a "Yekitiyê bû". Jinan diyar kir ku divê demek berî demekê hem bi jinên Tirkiyeyê û hem jî bi Jinên li Kurdistanê re yekitiya xwe û biheverebûna xwe xurt bikin.
Migîniya Komeleya Jinan a Rosayê hat dayîn
Di pêvajoya OHAL'ê de jî jinan qad neterikandin, bi taybetî piştî tayînkirina qeyûman û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de jinan ji têkoşîna xwe tu gav paşve neavêtin. Platforma Dîcle Amed ya Jinan di vê pêvajoyê de li dijî xepkirina mafan wekî alternatîf deriyê xwe ji hemû jinan revkir. Aktîvîstên jin û jinên TJA'yî li dijî êrîş, tundî, tacîz, tecawizê çalakiyên xwe berdewam kirin. Di konferansa ku duh hat lidarxistin de li dijî van hemû êrîşêan ji bo ku bibe bersivî jinan diyar kir ku wan "Komeleya Jinan a Rojsayê" ava kiriye. Vekirina Komeleya nû ya jinan di nava jinan de bû sedema kecaneke mezin.
Girîgiya hilbijartinên herêmî
Jinan derbarê hilbijatina rêveberiyên herêmî ya ku wê di 31'ê Adara 2019'an de bê kirin jî niqaşên girîng kirin. Jinan diyar kir ku divê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de rêxitina jinan di lutekê de be û jin vê pêvajoyê xwe bigihînin hemû jian. Jinan ji bo namzediyê jî bang li jinan kir û gotin ku heta ew nûrnertiya wekhev pêk bînin wê xebatên xwe bidomînin.
Di pêşniyarên jinan de xala girîng ku derket pêş çalakiya Leyla Guven û ya girtiyên dikn ku li girtîgehê dane destpêkirin bû hat xwestin ku di vî warî de çalakiyên xwe zêdetir bikin. Herwiha jinan di warê zimanê dayikê ku xebatên li dijî qirkirina çandê de jî xwestin ku xebatên taxan bên meşandin, perwerde bê dayîn û komxebat û panel bên lidarxisitn.
Di konferansê de herî dawî hat diyarkirin ku tecîrda li ser Abdullah Oclan li Rojhilata Navîn dibe sedema krîzê û gotin ku çalakiya Leyla Guven encma têkoşîn û rêxistinkirina jinan e.