Gardiyanan bi se qawîşê de girt li girtiyan doz hat vekirin
- 10:24 2 Kanûn 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Nurcan Aslan a ku yek ji 17 zarokên dema qedexeya derketına derve a li Nisêbînê piştî ji taxê hatin derxistin hatiye girtin e derbarê wê de 'Doza Cemaweriyê hatiye vekirin' malbata Nûrcanê bertek nîşanî dozê da û got ku çawa keseke bixwaze xwe biparêze derbarê wê de doz tê vekirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema “Qedexeya Derketina Kolanan” a 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok 75 kes ji taxê hatibûn derxistin û hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinê bi kesên hatin girtin re 17 zarok jî hatibûn girtin. Ji van zarokan yek jî Nurcan Aslan(18) bû. Nurcan a ku di Girtîgeha Jinan a Hatayê de bû, piştre sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hat kirin. Malbata Nurcan Aslan, ji jansa me re diyar kir ku keça wan bi rêya telefonê li wan geriyaye û gotiye ku derbarê wê û kesek ku navê wê neda de bi hinceta ku zerar dane malê dewletê "doza cemaeriyê" hatiye vekirin.
Malbatê derbarê mijarê de ev agahî dan: " Beriya sal û nîvekê dema ku keça me di gertîgeha Hatayê de bû gardiyanan bi ser qawişa ku keça me jî tê de bû de girtine û îşkence li wan kirine. Di dema wê tevliheviyê de paceyên qawişê hatine şikandin. Ji ber paceyên qawişê hatine şikandin derbarê keça me Nurcan û hevalek wê de bi hinceta zerar dane malê dewetê “Doza cemaweriy” vekirine. Doza ku di derbarê keça me û hevala wê de hatiye vekirin li Hatayê tê dîtin. Keça me niha di Girtîgeha Tarsûsê de dimîne. Keça me ji Girtîgeha Tarsûsê bi rê ya SEGBÎS’ê doza ku li Hatayê hatiye dîtin tevlî bûye.”
‘Piştî sal û nîvekê doz hatiye vekirin’
Mabatê, di berdewama axaftina xwe de got ku bûyer beriya sal û nîvekê qewimiye, lê dosya beriya hefteyekê hatiye vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça me li me geriya û got ‘dozek derbarê wê de vebûye û bi SEGBİS’ê tevlî dozê bûye. Piştî bi sal û nîvekê doz li keça me hatiye vekirin. Ev neheqiye û em qebûl nakin."
'Ji ber xweparastinê çawa doz tê vekirin'
Malbatê, di dawiya axaftina xwe de got ku piştî ew qas dem derbas bû çima dosyeyek wiha vekirine û wiha dawî li axaftina xwe anîn: “ Hîn dosyeya Nisêbînê nehat girtin dosyeyek nû derbarê keça me de hat vekirin. Ev doza ku di derbarê keça me de hatiye vekirin em qebûl nakin. Ev bê hiqûqî ye. Keça me di wir de parastina xwe kiriye, çawa dibe ku ji ber xwe parastiye doz lê tê vekirin.”
Di 28’ê Çileya 2019’an de dê doz bê dîtin
Daneşîna doza ku derbarê Nurcan Aslan de hatiye vekirin, wê di 28’ê Çileya 2019’an de li Dadgeha Cezayê Asliye ya navçeya Yayladagi ya Hatayê bê dîtin.