Îradeya jina ku hewl dan bipelçiqînin
- 09:19 2 Kanûn 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Fîgen Şahîn di 2015’an de li Edenê hat binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkencê hatibû. Xwişka Fîgenê, Nurgul Turhal diyar kir ku tiştên xwişka wê li girtîgeha Burhaniyê dijî berdewama vê îşkencê ye û wiha got: “Fîgen bêdeng nema, ji ber vê hat cezakirin. Fîgenê di bin çavan de jî serî hilda. Ya dixwestin bipelçiqînin îradeya jinê bû.
Fîgen Şahîn di 2015’an de di meha Tebaxê de li Edenê hat binçavkirin û ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceya zayendî hat. Fîgen ya şandin girtîgehê 20 sal ceza lê hat birîn. Lê li kesên îşkene li Fîgenê kirin ceza nehat birîn. Ji ber şal û puşiya wê tenê 6 sal ceza hat dayîn. Lê ji bo îşkencekaran tiştek nehat dayÎn.
Xwişka wê, Nurgulê balkişand ser rewşa wê û zextên li girtîgeha Burhaniyê yên li hember xwişka xwe wiha vegotin: “îşkence li wir jî didome. Dema dibin nexweşxanê rastî heqeret û dijûnan tên. Ferzkirina cil û bergan heye. Rastî tehdîdan tên. Berê 3 girtiyên siyasî hebûn niha 5’in tenê ne. Piştî îşkenca zayendî ya li hember Fîgenê, li sûcdaran ceza nehat birîn. Berovajî vê Fîgen hat sûcdarkirin. Edeleta li dadgehan pêk nayê di civakê de jî pêk nayê. Avahî û taxa me zextan dikin. Nahêlin zarokên min bi zarokên wan re bilîzin. Îmze komkirin ku me ji avahiyê bavêjin. Tiştên em dijîn encama polîtîkaya dewletê ye.”
Nurgulê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Fîgen li gorî dewletê ne jina makul bû û ji ber bêdeng nema hat cezakirin, ji ber li dijî îşkenceyan serî hilda hat cezakirin. Nurgulê anî ziman ku ya hewl didin biçewisînin îrada jinê ye û divê hemû jin xwedî li Fîgenê derkevin.